NY: Li Lubnanê 1, 4 milyon kes koçber bûne

Neteweyên Yekbûyî ragihand ku ji ber êrişên Îsraîlê, ji Lubnanê 1,4 milyon kes koçber bûne û her wiha mezintirîn tesîsa werzîşê ya li Beyrûdê ji bo kesên ku ji ber êrişên Îsraîlî ji cih û warê xwe bûne dê bibe stargeh.

Navenda nûçeyan-Neteweyên Yekbûyî (NY) ragihand ku ji Lubnanê ku di bin êrişên tund ên Îsraîlê de ye, 1,4 milyon kes koçber bûne. Di nivîsa ku êvara 13’ê Cotmeha li ser hesabê X’ê ofisa Cenevreyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) li ser Lubnanê hat kirin de wiha hat gotin: “Li Lubnanê rewşa mirovî ji ber êrişên kujer her diçe xirabtir dibe. Li vir 3 hezar û 100 kesan jiyana xwe ji dest dan û 1,4 milyon kes jî koçber bûn.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin çavkaniyên alîkariyên Lubnanê têrê nakin û diyar kir ku hewcedariya gelek kesan bi alîkariya lezgîn heye.

Hejmara kesên li Lubnanê jiyana xwe ji dest dane zêde dibe

Li gorî daneyên Wezareta Tenduristiyê ya Lubnanê ji 8’ê Cotmehê 2023’an û vir ve 203 zarok û 644 jin bi giştî 3 hezar û 287 kesan jiyana xwe ji dest dane, 14 hezar û 222 kes jî birîndar bûne. Tê texmînkirin li Lubnanê ji ber topbaranên Îsraîlê 100 hezar kes koçber bûne.

Di vê dema ku pêla koçberiyê ji herêmên başurê welat ber bi paytexta Beyrûdê û Bakur ve didome de, hikumeta Lubnanê ragihand ku zêdetirî 585 hezar kes ber bi Sûriyeyê ve koçber bûne.

Tesîsa werzîşê ya herî mezin dê veguherînin navenda xwespartinê

Tesîsa herî mezin a a werzîşê ya li paytexta Lubnan Beyrûdê dê ji bo kesên ku ji ber êrişên Îsraîlê ji cih û warê xwe bûne, bibe navenda xwespartinê. Li gorî agahiyên ku ji rayedarên Lubnanê hatine girtin; ji bo ku Stadûma Werzîşê ya Cmîlle Chamoun a li Beyrûdê bibe navendek ku koçber lê bên bicihkirin, xebatên avakirin û alavan destpêkirin.

Malbatên ku di êrişên Îsraîlê de malên wan wêran bûne yan ji malên xwe terilandine dê li navenda ku bi hevkariya şaredariya Beyrûdê û rêxistinên sivîl bê avakirin, bên bicihkirin.

Li navendê kesên ku ji cih û warên xwe bûne û yên li Beyrûdê li dibistanan cihê taybet dimînin werin bicihkirin.