NY: Ji sedî 70’ê kesên ku li Xezayê hatine qetilkirin jin û zarok in

Ofîsa Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (NY) ragihand ku ji sedî 70’ê kesên ku li Xezayê di encama êrîşên Îsraîlê de jiyana xwe ji dest dane jin û zarok in. Ji bo binpêkirinên hovane û sûcên şer ên li Xezayê banga "berpirsiyarî" hat kirin.

Navenda Nûçeyan - Îsraîlê ji 7ê Cotmeha 2023’an vir ve êrîşên xwe yên li dijî Zîvala Xezayê bênavber didomîne. Buroya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (NY) rapora xwe ya der barê qetilkirina sivîlan û binpêkirina hiqûqa navneteweyî ya li Xezayê ya di navbera Mijdara 2023 û Nîsana 2024'an de ku dibe sûcê şer be, bi raya giştî re parve kir.

Raporê diyar kir ku êrîşên berfireh û sîstematîk ên li dijî sivîlan dibe ku bibe tawanek li dijî mirovahiyê, û hişyarî da ku êrîşên ku bi mebesta tunekirina komeke neteweyî, etnîkî an olî bi tevayî an jî parçeyek têne kirin, dibe ku bibe "sûcek qirkirinê" Di raporê de bal hat kişandin ser daxuyaniyên rayedarên Îsraîlî yên der barê êrîşan de û hat destnîşankirin ku daxuyaniyên der barê hewldanên meşrûkirina cihêkarî, dijminatî û tundiya li dijî Filistîniyan û heta ji holê rakirina Filistîniyan jî bi belge hatine girtin.

Ji sedî 70’ê kesên hatin qetilkirin jin û zarok in

Di rapora hevpar a ku Buroya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (NY) de agahiyên şexsî yên kesên ku di encama êrîş, bomberdûman û êrîşên din ên li Xezayê de jiyana xwe ji dest dane piştrast kir û wiha hat gotin: "Me tespît kir ku mirinên heta niha çêbûne ji sedî 70’ê zarok û jin in. Ev rewş binpêkirinên birêkûpêk ên prensîbên bingehîn ên hiqûqa navneteweyî ya mirovahî, di nav de cihêkarî û nîsbet nîşan dide. Nêzîkî 80 ji sedî ji mirinên pejirandî li niştecîh an deverên mîna wan hatine kuştin. Ji wan ji sedî 44 zarok û ji sedî 26 jin in.

Banga berpirsiyariyê dikin

Di raporê de ku ji sûcên ku li Xezayê hatine kirin jî hesab hat xwestin û hat gotin: "Biryarên Dadgeha Navneteweyî ya Edaletê (ICJ) ya der barê tedbîrên demî de, erkên Îsraîlê yên ji bo pêşîlêgirtin, parastin û komkujîê û tevgerên qedexe yên girêdayî wê radixe ber çavan."

Komîserê Bilind ê Mafên Mirovan ê Neteweyên Yekbûyî Volker Turk, ku nêrînên wî di raporê de cih digire jî, destnîşan kir ku divê Îsraîl bi temamî û bi lezgînî van erkên xwe bi cih bîne. Volker Turk diyar kir ku ji bo Îsraîlê divê bi erkên xwe yên navneteweyî re girîng û lezgîn pêk bîne.