Nuran Îmîr ji bo lêkolînkirina qetlîmanên jinan ên Şirnexê pêşnûme pêşkeş kir

Parlementera HDP Nûran Îmîr ji bo lêkolînkirina komkujiyên jinan ên ku du salên dawî de li Şirnexê zêde bûne, pêşnûme pêşkeşî Meclîsê kir û xwest komîsyoneke lêkolînê ya Meclîsê bê avakirin.

Enqere - Parlamentera HDP'ê ya Şirnexê Nuran Îmîr, ji bo lêkolînkirina sedemên komkujiyên jinan ên ev du salên dawî li Şirnexê tên jiyîn de daxwaza avakirina komîsyona lêkolînê ya meclîsê kir.

Nuran Îmîr a ku pêşnûmeya lêkolînê pêşkêşî Serokatiya Meclîsê kir, bal kişand ku bi taybet qetîlamên jinan ên di salên dawî de li Şirnex û navçeyên wê zêde bûne, di civakê de dibe sedema pirsgirêkên cidî.

2 salên dawî de 16 jin ji aliyê mêran ve hatine qetilkirin

Di pêşnûmeya lêkolînê de, daneyên di çapemeniyê de hatin nîşandan jî hatin parvekirin. Li gorî daneyan di nava 2 salên dawî de li Şirnexê nêzî 16 jin ji aliyê mêran ve hatine qetilkirin. Dozên ku li dijî kiryaran hatin vekirin an bi bêcezatiyê encam bûn an jî bi salan bi encam nebû.

Mêr tên cesaret kirin

Di pêşnûmeya lêkolînê ku navên jinên hatin qetilkirin jî cih digre de wiha hat gotin: “Li Şirnex û navçeyên wê, li şûna tedbîrên hiqûqî û îdarî, di navbera malbatan de lihevkirin pêk tê û hewil tê dayîn pirsgirêkên cînayeta jinan ji aliyê zîhniyeta serdest a mêr ve bê çareser kirin. Ev yek jî her car cînayetên jinan yên nû bi xwe re tîne. Reftara pasîf a darazê ya di vî warî de, kiryaran piranî car bêceza dihêle, dozên têkildar bi salan ji biryarekî re nay girêdan û mêrên van sûcan pêktînin jî zêdetir bi cesaret dike.”