“Nûçeyên tundîtûjiya li hemberî jinan divê bi awayek ku zirarê nedin derûniyê werin dayîn ”

Nûçeyên kuştin û tundîtûjiya li hemberî jinan divê bi awayekî wisa werin belavkirin ku bandorek neyînî li ser derûniya kesan çênekin û naveroka bûyerê bi hemû hurguliyan nîşanî civakê nedin, da ku carek di ji bo zêdebûna tundîtûjiyê teşwîq çênebe.

BÊRÎVAN KEMAL

Silêmanî- Wezareta rewşenbîrî ya herêma Kurdistanê di 8’ê Hezîranê de bi daxuyaniyekê biryar da ku di tevayî ragihandinên Başûrê Kurdistanê de nûçeyên kuştin, xwekuştin û şewitandina jinan werin qedexekirin. Ev biryar, ji duh mehan zêdetir e hatiye girtin lê belê bi derketina vê biryarê re daneyên kuştina jinan tên windakirin û wezaret û aliyên pêwendîdar qet daneyên kuştina jinan belav nakin.

Di dema belavkirina nûçeyên kuştin û tundîtûjiya li hemberî jinan de divê destpêkê bi awayekî berpirs tevbigerin û girîngî bidin tendirustiya derûnî ya kesan. Divê naverok û hemû hurguliyên tewanên li hemberî jinan tên kirin nîşanî civakê nedin, bi taybet di torên civakî de ku bikarhêner ji herdu zayend, temen û asta rewşenbîrî pêk tên cuda dibin bînerê bûyerê van nûçeyan û ji ber vê jî her ku diçe rêjeya kuştina jinan zêde dibe û ji bo ku ev yek careke din nebe sedema rêxweşkirina zêdebûna tundîtûjiyê divê xebatek baş were kirin.

“Divê daneyê tundîtûjiya li hemberî jinan bi rêbazeke bi tendirust werin belavkirin”

Rojnamevan û çalakvan Vêna Kemal der barê qedekirina nûçeyên kuştin û tundîtûjiya li hemberî jinan de wiha got: “Yek ji başiyên belavnekirina nûçeyên kuştina jinan ew e ku niha di nava civaka me de hemû bûyerên tundûtujiyê hene lê nayên bihîstin û ditin. Lê belê ev jî badorek neyênî li ser kesan çêdike, yek ji sedemên xirab ên belavnekirina nûçeyên kuştin û daneyan ku tundîtûjî û kuştina jinan rastiyeke di nava civakê de heye lê belê tê veşartin.”

Vêna diyar kir ku divê kuştin û tundîtûjiya li hemberî jinan were ragihandin lê belê divê hemû hurgulî neyên dayîn û wiha domand: “Çend cureyên tundîtûjiyê hene, her yek ji wan bi awayekî bandorê li ser derûniya kesan dike. Lê belê belavkirina nûçe û daneyan karê ragihandinê ye û divê were belavkirin û divê bi taybetî dezgahên ragihandinê kar li ser bikin. Ger bi vî awayî nebe di torên civakî de bi awayek din bandorek neyênî li ser kesan dike û derûniya civakê xirab dike. Ya girîng ew e ku di dema belavkirina nûçeyên kuştina jinan de hurguliyên naveroka bûyerê neyê belavkirin da ku carek din tundîtûjî di nava kesan de rû nede.”

“Divê planek aliyê pêwendîdar hebe bizanibin bi kîjan awayî tundîtûjiyê bidin ragihandin”

Vêna Kemal da zanîn ku divê wezareta rewşenbîrî li gel aliyên pêwendîdar planek wan a baş hebe ku kar li ser bikin bizanibin bi kîjan rêbazê nûçe û daneyên tundîtûjiyê belav bikin ku bandorek neyênî li ser kesên civakê neke û di heman demê de çawa daneyên tundîtûjiyê neyê veşartin û wiha got: “Ew kesên ku di rêxistinên jinan de kar dikin divê zanyarî û lêkolînên wan der barê mijarê de hebe û di hemû cihan de pirsgirêkên jinan weke pirsgirêkên xwe bîbinîn û li gorî wê nêzî pirsgirêkan bibin, erka xwe ya berpirsyariyê bi cih bînin.”