Li Qamişlo û Hesekê êrişên dewleta Tirk hat şermezarkirin
Meclîsa Jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û KPC-D’ê bi daxuyaniyekî çapemeniyê êrişên dewleta tirk li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin. Her wiha duh şêniyên ji kampa Serêkaniyê li dijî êrişan meşek lidarxistin.
Qamişlo/Hesekê - Dewleta tirk her roj bi topan êrişî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike. Li dijî van êrişan gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê di nav çalakiyan de ne û êrişên ku pêk tên şermezar dikin. Îro jî Meclîsa Jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ya Civak Demokratîk (KPC-D) bi daxuyaniyekî çapemeniyê êrişên dewleta tirk şermezar kirin. Di daxuyaniyê de sazî û dezgehên jinan amade bûn.
“Zarok dibin qûrbaniyên hişmendiya qirêj a dewleta Tirk”
Daxuyaniya ku ji aliyê Mamoste Semer Hisên ve hate xwendin wiha ye: “Di demên dawî de dewleta tirk ya dagirker pîvan û nirxên mirovahiyê, zagon û mafên gelan bin pê kir û hemû zagon misogername û belgenameyên neteweyên yekbûyî piştguh kirin. Ev hemû kiryarên ku dewleta tirk pê radibe mîras û reftarên împaratoriya Osmanî ya ku di dema hilweşandina xwe de gelek komkujî bi serê gelên herêmê yên resen çi kurd, ereb, ermen, aşur û suryan kirin. Dewlea tirk îro roj heman kiryarên bi serê gelên me dike ji aliyê çandî, civakî, aborî û siyasî ve hem jî zarokên dibistanên me armanc digire û wan dikin qurbaniyên hişmendiya xwe ya qirêj.”
“Em kiryarên dewleta tirk a faşîst bu tundî şermezar dikin”
Di dewama daxuyaniyê de êrîşên dewleta tirk hate şermezar kirin û wiha hate gotin: “Em wekî jin li Bakur û Rojhilatê Sûrî van kiryarên hovane yên dewleta tirk a faşîst bi tundî şermezar dikin. Bi taybet jî sucên hovane yên herî dawî li dijî jinên têkoşer û siyasetmedar ew jinên ku ji destpêka şoreşa 19’ê tirmehê de nûnertî û misogerkirina vîna jin û civakê kirin. Em bi navê jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bang li Rusya û Emerîka yên ku hevpeymana agirbestê bi Tirkiyê re di sala 2019’an de îmze kirin, dikin ku rê li ber Tirkiyê bigirin û li hemberî biryara xwe rêzdar bin. Di heman demê de em bang li Neteweyên Yekbûyî û civakên navnetewî dikin ku berpirsiyarên xwe bigirin ser milê xwe û dagirkirin û destwerdanên dewleta tirk di xaka Bakur û Rojhilatê Sûrî de bi dawî bikin. Em weke jin sersaxî ji xwe û malbatên şehîdên ku bûn qurbaniyên balafirên keşfê dixwazin soz didin ku em ê şop û xeta şehîdan bin ji ber ku ew rêberên têkoşîna me ne.”
“Em dixwazin zarokên me di aramî de bijîn”
Rêveberiya Dibistanên bajarê Qamişlo Sêvê Silêman helwesta xwe li dijî êrîşan wiha anî ziman: “Me wek mamoste sond xweribû ku em li dijî êrîşên dewleta tirk rabin li ser piyan. Di encama êrîşên dewleta tirk a dagirker de xwendevanên me bûn armanc. Wek kurd me îro gelek bedêlên giran dane û em êrîşên dewleta tirk şermezar dikin. Îro li dijî van êrîşên dewleta tirk tu kes helwest nîşan nedan û di encamê de zarok dibin hedef. Tu kes ji bo me dengê xwe nake û em wek gel em ê her di kolanan de bin û em van êrîşan qebûl nakin. Dê çalakiyên me dewam bike, ji ber em xaka xwe hezdikin û dixwazin zarokên me di aramî de bijîn.”
Koçberên Kampa Serêkaniyê: Em ê xaka xwe ji dagirkeriya dewleta Tirk biparêzin
Bi dehan koçberên kampa Serêkaniyê duh bi meşek êrişên dewleta tirk a dagirker a li ser herêmên Bakûr û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin.
Êrîşên hewayî yên dewleta Tirk a dagirker li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zêde bûne. Gelê Bakûr û Rojhilatê Sûriyê li dijî van êrîşan li qadane û nerazîbûnê xwe nîşan didin. Duh bi dehan Koçberên Kampa Serêkaniyê daketin qadan û meşek li dar xistin. Meşvan pankartên bi nivîsa “Na ji êrîşên hewayî re, na ji bêdengiyê û qetilkirina zarok û jinan re” hildan. Meş li ber navenda Kongra Star a kampa Serêkaniyê destpêkir û li ber dibistana kampê veguherî mitîng. Paşê endama Meclisa Malabatê Şehîdan a kampa Serêkaniyê Hêvîn Osman Sîno daxuyanî xwend.
Hêvîn têkldarî êrîşên hovane yên dewleta Tirk wiha got: ”Dewleta tirk a dagirker li dijî îradeya gelan êrîşên herî dijwar pêk tîne, bi van êrîşan dixwaze demografiya herêmê biguhere û li ser xwîna vî gelî aloziya xwe ya hundirîn veşêre. Ev êrîş piştî civîna Soçî di navbera Serokê Tirkiyeyê Receb Tayyîb Erdogan û Serokê Rûsyayê Pûtîn de çêbû zêdetir bûn. Bêguman ev dijwariya êrîşan hevkariya Rûsyayê bi dagirkeriya tirk re dide xuyakirin. Her wiha berpirsê vê êrîşê û sûcê hatiye kirin Koalîsyona Navdewletî ye. Pêwiste hikûmeta Şamê li dijî van êrîşan bêdeng nemîne û helwestekî xwe bide nîşandan. Her tim em banga girtina qada hewayî dikin lê mixabin kes dengê me nake û li hemberî xwîn rijandina zarokan bêdeng in."
“Emê nirxê şoreşa xwe ji hovîtiya dewleta tirk biparêzin“
Endama Hêza Parastina Civakî Xezalê Dawûd tekez kir ku xweparastin çeke herî xurt e û wiha anî ziman: ”Em di rewşek şer de derbas dibin pêwiste her kes tedbîrê xwe bigre û xwe biparêze. Dijminê me dijminekî hovane ye dixwaze zarok û jinan qetil bike lê em ê bi yekîtî û tedbîrgirtinê xwe ji pilanên qirkirinê xelas bikin. Erkê herî mezin li ser milê jinan e ji ber ku şoreşa me şoreşa jinê ye û em xwediyê van deskeftiyan e. Pêwiste em piştgirî bidin hêzên leşgerî da ku em operasyona Sondê bi sereftî derbas bikin û civaka xwe ji qirêjiyê xelas bikin.”
“Bi yek rihî em ê pilanên qirkirinê têk bibin”
Endama Rêvberiya Kongra Star a Kampa Serêkaniyê Xedîca Silo da zanîn ku hovîtiya dewleta tirk îrdeya gelan naşkîne û wiha got: ”Me xeta berxwedaniyê hilbijartiye. Tu kes nikare îradeya me bişkîne û me qir bike. Em banga yekîtiyê dikin da ku bi yek rihê pilanên qirkrinê têk bibin û serkeftinê misoger bikin.”