Nobeta Edaletê di roja 699’emîn de ye

Malbata Şenyaşar a di roja 699’emîn de Nobeta Edaletê didomîne bi gotina “Hêza dewletê ji bo pêkanîna hiqûq, edalet û wekheviyê heye” bal lê kişand ku di vê pêvajoyê de yekane tişta ku pêwistiya wan pê heye edalet e.

Riha – Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşar a di 14’ê Hezîrana 2018’an de li navçeya Pirsûsa Rihayê hevjîn û du lawên wê ji aliyê xizm û parastvanên wekîlê AKP’î Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin qetilkirin û lawê wê Ferît Şenyaşar ê ji êrîşê bi birîndarî rizgar bû, li pêşiya Edliyeya Rihayê dabûn destpêkirin, di roja xwe ya 699’emîn de ye.

Ji ber ku dawiya heftê ye û edliye girtî ye malbatê li mala xwe ya li Pirsûsê nobeta xwe ya edaletê didomîne.

Malbata Şenyaşar li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal ev peyam da: “Hêza dewletê ji bo pêkanîna hiqûq, edalet û wekheviyê heye. Wekîltî ne pîşeyek e. Wekîltî dê sibê biqede, dê edalet vegere! Di vê pêvajoyê de yekane tiştê ku pêwistiya me pê heye piştgirî ye. Em ji bo her kesê ku xwedî li doza me derket minetdar in.”