Nobeta edaletê di roja 580’emîn de ye
Nobeta edaletê ya malbata Şenyaşar di roja 580’emîn de didome.
Riha – Çalakiya Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar di 9’ê adara 2021’an de li ber Edliyeya Rihayê daye destpêkirin, di roja 580’emîn de berdewam dike. Malbat ji ber dawiya hefteyê ye û edliye girtî ye çalakiya xwe ya nobetê li mala xwe ya Pirsûsê berdewam kir.
“Em ê bi hev re barîkatan derbas bikin”
Malbatê li ser hesaba medyaya dîjîtal hesaba Waliyê Rihayê Salîh Ayhan etîket kir û ev peyam parve kir: “Em bêrawestan li pey edaletê dibezin. Her care em bi astengiya ‘serdestan’ re rû bi rû man. Vê carê jî weke asteng em barîkatan re rû bi rû man. Em ê van bi hev re derbas bikin. Ji ber ku li pişt wan hêvî û edalet heye.”