Seywan Rûstem: Nagîhan Akarsel jinek rewşenbîr bû
Endama Yekitiya Jinên Kurdistanê Seywan Rûstem diyar kir ku bi têkoşîna şehîd Nagîhan Akarsel, wan jinek xwedî fikir û pênûs nas kirine.
Silêmanî- Duh li taxa Bextiyarî ya bajarê Silêmanî û li cihê qetilkirina Endama Navenda Lêkolînan ya Jineolojiyê Nagîhan Akarsel bi beşdarbûna jinan û azadîxwazan konê sersaxiyê hat danîn.
Jinên endamên rêxistinên jinan, çalakvan, nivîskar, rewşenbîr û têkoşerên herêma Kurdistanê di merasîma konê sersaxiyê de amade bûn û ji bo şehîd Nagîhan sersaxî xwestin, soza şopandina riya şehîdan dubare kirin.
Berpirsa ragihandina Yekitiya Jinên Kurdistanê Seywan Rûstem der barê qetilkirina Nagîhan Akarsel de ji ajansa me re axivî û wiha got: “Ev çar sal in min Nagîhan Akarsel nas dikir û jinek xwedî fikrek mezin bû, mixabin qetilkirina hevala Nagîhan ji ber li hemberî tundîtûjiyê disekinî û xebatê der barê prensîbên tundîtûjiyê de dida meşandin û jinek Kurd bû. Ev demek bû xebat ji bo jinan dikir da ku bikarin têkoşînê ji bo mafên jinan bimeşînin. Armanca wê ew bû ku jinan şiyar bike û ji bo mafên xwe têbikoşin. Li pey têkoşîn û xebatên jinan ne tenê hevala Nagîhan, gelek jinên din şehîd bûn. Lê belê ya girîng ew e ku xebat berdewam bikin û bi dawî nebin. Divê terorîst vê baş bizanin, xebata jinan wê bi qetilkirina jinan zêdetir geş bibe.”