Nobeta edaletê di roja 576’emîn de ye
Malbata Şenyaşar ev peyam parve kir: “Daxwaza derxistina holê ya sûc bû sûc. Dayik tê darizandin.”
Riha- Çalakiya "Nobeta Edaletê" ya Emîne Şenyaşar û lawê wê Ferît Şenyaşar di 9’ê adara 2021’ê de li pêşiya Edliyeya Rihayê dane destpêkirin di roja xwe ya 576’emîn de ye.
Emîne Şenyaşar ji ber pirsgirêkên xwe yên tenduristiyê çalakiya xwe li mala xwe ya li navçeya Pirsûsê didomîne; Ferît Şenyaşar jî di saetên serê sibê de hate ber deriyê Edliyeya Rihayê.
“Dayik tê darizandin”
Malbata Şenyaşar li ser hesaba xwe ya medyayê bi wêneyê Emîne Şenyaşar a bi hinceta “heqaret” li Wezîrê Karê Hundir Suleyman Soylû û Îbrahîm Halîl Yildiz kiriye duh derket pêşberî dadger ê di dema tê darizandin de hatiye kişandin re ev parvekirin kir: “Daxwaza ewil:Ji bo kurê xwe yê 4 sal in di hucreyeke yek kesî de tê ragirtin darizandineke adilane dixwazim. Daxwaza duyemîn: Ez qeydên kameraya komkujiya li nexweşxaneyê dixwazim. Encam: Daxwaza derxistina holê ya sûc bû sûc. Dayik tê darizandin.”