Cenazeyê 15 koçberên jin hat dîtin
Du keştiyên cuda yên koçberan li Derya Egeyê li peravên giravên Mididî û Çûha yên Yewnanistanê binav bûn û cenazeyê 15 koçberan hatin ditîn ku hemû jin in û piraniya wan xelkên Afrîqayê ne.
Navenda Nûçeyan- Îro keştiya koçberan ku ji 40 koçber tê de bûn li peravên girava Midid a Yunanistanê binav bû, di encamê de 15 koçber xeniqin û cenazeyê wan hatin dîtin, hemû jin in, ji wan 5 koçber hatin rizgarkirin û çarenûsa 20 koçberên din nayê zanîn.
Di heman demê de her îro keştiyek din a koçberan di nava deryaya girava Çûha ya ku 100 koçber tê de bûn binav bû, di encamê de 30 koçber rizgar bûn û çarenûsa koçberên din nayê zanîn.
Roja çarşemê keştiyeke koçberan li peravên girava Dûrgey Kisira li başûrê Yunanistanê piştî ku av ketê binav bû û 30 koçberên tê de ji xeniqînê rizgar bûn.