Nobeta Edaletê di roja 560’emîn de ye

Malbata Şenyaşar a ku 560 roj in Nobeda Edaletê didomîne, wiha got: “Daxwaza me ew nîne ku destwerdanê li darazê bikin; em berevajî vê dixwazin. Dozgeran berdin.”

Riha - Nobeta ‘edaletê’ ya Emîne Şenyaşar a ku 14'ê Hezîrana 2018'an di encama êrîşa parêzvan û xizmên wekîlê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz de hevjîn û 2 kurên wê hatibûn qetilkirin li gel kurê xwe Ferît Şenyaşar ê ji êrîşê bi birîndarî rizgar bûbû, di 9’ê Adarê de li ber Edliyeya Rihayê dabû destpêkirin, ket roja xwe ya 560’emîn. Dayik û kurê wê di saetên serê sibehê de hatin ber deriyê Edliyeya Rihayê û li “Quncikê edaletê yê malbata Şenyaşar” dest bi nobetê kirin. Malbatê pankarta “Edalet ji bo malbata Şenyaşar, edalet ji bo her kesî” bi blokên beton ve hilayîst.

Malbatê li ser hesaba xwe ya medyayê ev parvekirin kir: “Nobeta me ya edaletê di roja 560’an de berdewam dike. Daxwaza me ew nîne ku destwerdanê li darazê bikin; em berevajî vê dixwazin. Dozgeran berdin.”