Nobeta Edaletê di roja 531’emîn de didome

Malbata Şenyaşar a li ber Edliyeya Rihayê Nobeta Edaletê didomîne, têkildarî qezayên ku duh li Dîlok û Mêrdînê pêk hatin peyama sersaxiyê weşand.

Riha - Nobeta ‘edaletê’ ya Emîne Şenyaşar a ku 14'ê Hezîrana 2018'an di encama êrîşa parêzvan û xizmên wekîlê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz de hevjîn û 2 kurên wê hatibûn qetilkirin li gel kurê xwe Ferît Şenyaşar ê ji êrîşê bi birîndarî rizgar bûbû, di 9’ê Adarê de li ber Edliyeya Rihayê dabû destpêkirin, di roja xwe ya 530’emîn de berdewam dike. Malbat ji ber dawiya hefteyê ye û edliye girtî ye çalakiyê li mala xwe ya li navçeya Pirsûsê didomîne.

Malbatê li ser hesaba xwe ya medyayê têkildarî qezayên ku duh li Dîlok û navçeya Dêrîka Mêrdînê pêk hatin ev parvekirin kir: “Ji welatiyên me yên duh di qezayên li Dîlok û Mêrdînê pêk hatin de jiyana xwe ji dest dan re ji Xudê rehmet, ji malbatên wan û hemû gelê me re sebir dixwazim. Cengîz Holdîng?”