Nobeta edaletê di roja 473’emîn de ye

Malbata Şenyaşar a têkoşîna xwe ya edaletê didomîne, diyar kirin ku betlaneya edlî nêzîk dibe û vê pêyamê parve kir: “Dadger û dozgerên ku dibin vê bêhiqûqiyê de îmze yên wan heye dê biçin betlaneya edlî.”

Riha - Nobeta ‘edaletê’ ya Emîne Şenyaşar a ku di 14'ê Hezîrana 2018'an de di encama êrîşa parêzvan û xizmên wekîlê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz de hevjîn û 2 kurên wê hatibûn qetilkirin li gel kurê xwe Ferît Şenyaşar ê ji êrîşê bi birîndarî rizgar bûbû, di roja 473’an de ye.

Malbata Şenyaşar di saetên serê sibehê de ji Pirsûsê hatin ber deriyê Edliyeya Rihayê û li qada wek “Quncikê edaletê yê malbata Şenyaşar” binavkirin, çalakiya nobetê da destpêkirin.

Malbata Şenyaşar li ser hesabê xwe yê medyayê ev parvekirin kir: “Dadger û dozgerên ku di bin vê bêhiqûqiyê de îmzeyên wan heye dê biçin betlaneya edlî. Edaleta mirov şaş dibe, em xwe dispêrin edaleta Xwedê. Ji bo kesên ku vê zilmê li dayikê dikin, bila xwedê aramî ne de.”