Bi boneya Roja Cîhanî ya Piştgiriya Qurbaniyên Îşkenceyê komxebatek hat lidarxistin

Bernameya Tenduristiya Derûnî ya Xezeyê bi rêya sepana Zoomê, ji bo piştgirîkirina qurbaniyên îşkenceyê komxebatek li dar xist.

NAGHAM KARAJEH

Xeza - Bernameya Tenduristiya Derûnî ya Xezeyê di çarçoveya kampanyaya medyayê ya ku ji hêla bernameyê ve bi boneya Roja Cîhanî ya Piştgiriya Qurbaniyên Îşkenceyê hatibû destpêkirin, di çarçoveya rola wê ya ji bo pêşvebirina mafên mirovan û ewlehiya derûnî ya civakê de, komxebatek li dar xist.

"Paşguhkirina mafên jinan yek ji sedemên sereke yên belavbûna tundiyê ye"

Aktîvîsta ciwanan Nihaya Jerada diyar kir ku zêdebûna tundiyê bûye krîzek giran û wiha pê de çû: "Paşguhkirina mafên jinan yek ji sedemên sereke yên belavbûna tundî û qetilkirinê di civakên Erebî de ye. Ez beşdarî komxebatê bûm da ku dengê xwe bigihînim cîhanê û her kesê ku dayik, xwişk û hevjîna wê heye, ku qedrê wê bigire, tundiyê lê neke û wê qetil neke."

"Ji bo têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan divê xebat bên zêdekirin"

Psîkologê Bernameya Tenduristiya Derûnî ya Xezeyê Xîtam Ebû Şewareb da zanîn ku ev komxebat ji bo piştgirîkirina qurbaniyên îşkenceyê û wiha axaftina xwe berdewam kir: "Em dixwazin peyam û daxwazên xwe bigihînin cîhanê ku hîna jî dagirkerî heye û girtî di bin her cure îşkenceyê de ne û ji mafên xwe yên herî bingehîn bêpar mane. Ev pirsgirêk di vê serdemê de di hemû civakan de zêde bûye û dibe ku ev yek bi rewşa cîhanî, civakî û aborî ve girêdayî ye. Ji bo têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan divê xebat bên zêdekirin."

"Ger sûcdar neyên cezakirin dê her roj bûyerên şîdet û qetilkirinê zêde bibin"

Endama Yekîtiya Jinan Esmehan Ebû Neda eşkere kir ku rêjeya tundî û qetilkirinê di civakên Ereban de zêde bûye û wiha got: "Xirabbûna şert û mercên aborî di civakê de dibe sedema belavbûna diyardeya şîdetê. Ger sûcdar neyên cezakirin dê her roj bûyerên şîdet û qetilkirinê zêde bibin."

"Jin li girtîgehan ji mêran zêdetir rastî îşkenceyê tên"

Yekem dîla ku hat azadkirin li Xezayê Nehla El-Bayid anî ziman ku ew sê caran li pey hev hat girtin û wiha axaftina xwe berdewam kir: "Yekem cara ku hatim girtin di sala 1968'an de bû, bi 15 sal cezayê girtîgehê bi tometa endamtiya komên Filistînî li min hat birîn, lê ez piştî sê salan serbest hatim berdan. Girtina duyemîn di sala 1970'an de ji bo salekê bû. Girtina sêyem jî di sala 1973'an de ji bo şeş mehan bû. Jin li girtîgehan ji mêran zêdetir rastî îşkenceyê tên."

"Ev 40 sal in her ku diçim serdana kurê xwe ji binpêkirinên dagirkeriyê êşê dikşînim"

Nejat El-Axa ya sê kurên wê û hevjînê wê girtî ye ezmûna xwe ya di ciwaniya xwe de ya di destpêka salên heftêyî parve kir û wiha got: "Hevjînê min hat girtin û piştre jî kurê min Dia El-Axa di 16 saliya xwe de bû hat girtin û ji sala 1993'an ve di girtîgehên dagirkeriyê de girtî ne. Zêdeyî 40 sal in dema diçûm serdana kurê xwe min ji binpêkirinên dagirkeriyê gelek êş kişand."