Kongra Star: Zîlan wekî xwedewanda serdemê pêşengtiya şerê gel ê şoreşgerî kir

Rêxistina Kongra Star a Rojava bi daxuyaniyekî nivîskî Zeyneb Kinaci (Zîlan) bi bîr anî û got: “Zîlan wekî xwedewanda serdemê pêşengtiya şerê gel ê şoreşgerî kir.”

Qamişlo – Rêxistina Kongra Star a Rojava bi daxûyaniyekê nivîskî têkoşer û pêşenga têkoşîna azadiya jinên Kurd Zeynep Kinaci bi nasnav Zîlan bibîr anî.

 “Zîlan jiyanek bi wate û azad afirand”

Di destpêka daxuyaniyê de di şexsê Zeyneb Kinaci de tevahî tekoşerên jin hat bi bîr anîn û wiha hat gotin: “Bi boneya 26’emîn salvegera şehadeta Zîlan (Zeynep Kinaci) em bi germahiya meha Hezîranê tevahî şehîdên doza azadiyê bi rêzdarî bi bîrtînin û bejna xwe li hemberî wan ditewînin. Şehît Zîlan bi çalakiya xwe ya bi wate û jiyan afirandinê ve, xwest komploya navdewletî ya li ser Rêbertiya mirovahiyê vala derxîne. Çalakiya Şehît Zîlan ya bi dirûşma “Ji bo jiyaneke bi wate ez ê bibim xwedî çalakiyekê mezin û jiyanek bi wate” nîşan da ku divê jin çawa xwedî li Rêbertiya xwe derkevin. Lewra dibêje “xwezî ji canê min tiştek bihatir heba min ê ew diyarî gelê xwe kiriba". Ji ber ku Rêheval Zîlan wekî xwedewanda serdemê pêşengtiya şerê gelê şoreşgerî kir. Ji hişmendiya zayendperest re da nîşandan ku jina ji şerbeta azadiyê vexwaribe di her kêliyê de li hemberî desthilatdaran dikare mîna topekê ji agir feraseta kevneşopî hilweşîne. Rêheval Zîlan şopa Besê, Zarîfe û Bêrîtanan berdewam kir. Jiyanekî biwate û azad afirand. Zîlan bû tola Geliyê Zîlan. Zîlanê nîşan da ku êdî dijmin wê nekaribe qirkirinan li ser gel û jinan çêbike. Dema ku dagirker, amadekariya qetilkirina jin û zarokan bikin, divê êdî hesabê Zîlan û Bêrîtanan jî bikin.”

“Wê qetliamên wan bê bersiv nemîne”

Di daxuyaniyê de bal li ser çalakiya Zeyneb Kinaci hat kişandin û wiha hat gotin: “Sala 1996’an pêvajoyeke ku rêveberiya Tirkiyeyê her cureyên mudaxaleya leşkerî û rêbazên kuştin û kiryarên nediyar pêk dianî. 6’ê gulana 1996’an li hember Rêber Abdullah Ocalan hewldana reşkujiyekê pêk hat û ev hewildan vala derket. Zîlan wek bersiva ji bo van êrîşan sala 1996'an li Dêrsimê çalakiya herî mezin û watedar lidar xist. Çalakiya ku Zîlan pêk anî ku bejin û bala xwe ji teqemeniyan bi şêwazê jineke ducanî xemilandibû û digot: “Dema ez vê çalakiyê pêk tînim ezê zarokekî bi navê fedayî biwelidînim”. Ev çalakî  ji bo tevgera azadiyê bû destpêka pêvajoyekî nû hem di qada bîrdozî de, hem di qada leşkerî de û  ji artêşa dewleta tirk û pergala desthilatdar re da nîşandan ku ew ê bi van kiryarên xwe ti carî nikaribin  roja me tarî bikin.”

“Em ê têbikoşin û li ber xwe bidin”

Herî dawî di şexsê Zeyneb Kinaci de hemû pakrewanên azadiyê hate bîr anîn û wiha hate gotin: “Li ser xeta fedayîbûna Zîlan, Arîn, Rêvan, Avesta û Barînan li hemberî kirêtiya pergala deshilat ya mêrê serdest DAIŞ'ê, çalakiyên bi bandor kirin û rengê jinê dan şoreşa Rojavayê Kurdistanê. Jinên li pêy şopa vana xwe di her qada jiyanê de rêxistin dikin şoreşa jinê digihinin her aliyê cihanê. Zeynep Kinaci ji fikir û sekina Rêbertî îlhama tekoşîna azadiyê girtibû û hat asta fedayîtiyê, bû jina pêşeng a hemdem û bû îlhama şoreşa jinê ya Rojava. Lewra bi sedan Zîlanan  çi di nava refên YPJ'ê de, çi di qada civakî de di nava şoreşê pêşengtî ji tekoşîna azadiyê re kirin û hîn jî dikin. Em wek Kongra Star ji bo xwe gihandina jiyana bi wate û azad û vejandina xewn û xeyalên Zîlanan û rêhevalên rast ên Rêbertiyê heta kêliya dawiyê em ê têbikoşin û li berxwe bidin.”