Nobeta “edaletê” di roja 297’an de ne

Nobeta edaletê ya Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar di roja 297'an de berdewam dike.

Riha- Nobeta ‘edaletê’ ya Emîne Şenyaşar a ku di 14'ê Hezîrana 2018'an de di encama êrîşa parêzvan û xizmên wekîlê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz de hevjîn û 2 kurên wê hatibûn qetilkirin li gel kurê xwe Ferît Şenyaşar ê ji êrîşê bi birîndarî rizgar bûbû, li ber Edliyeya Rihayê dabû destpêkirin, di roja xwe ya 297’an de berdewam dike. 
Emîne Şenyaşar: Ez nikarim li mala xwe rûnim 
Malbata Şenyaşar danê sibê hatin ber edliyeyê û dest bi çalakiyê kirin. Emîne Şenyaşar bi bîr xist ku malbata wê hatiye qetilkirin û zaroka wê di girtîgehê de ye, diyar kir ku ew ê bê ku bêjin havîn, zivistan ji bo edalet pêkwere sekna xwe ya li ber edliyeyê bidomînin û wiha got: “Ez nikarim li mala xwe rûnim. Ez edaletê dixwazim.”
Malbatê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî ev peyam parve kir: “Ev doz ne tenê doza me ye. Birîna edaletê ya nekewandî ya welatekê ye. #KujerÇimaEvqasRehete ji ber ku kesê li Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê bi awayekî organîzekirî komkujî pêk anî di nav AKP’ê de parlementer e. Ji xeynî @aefakibaba hemû kesên di nav AKP’ê de bêdengiya xwe diparêze.”