Dayikên Helebê piştevaniya xwe ya ji bo çalakiya dayikên Sêmalka nîşandan

Dayikên gerila yên bajarê Helebê li dijî kiryarên PDK’ê yên nedana cenazeyên zarokên wan dayikên li ber deriyê Sêmalka li gel sir û seqemê jî di çalakiyê dene daxuyanî dan û banga radestkirina cenazeyên gerilayên xwe kirin.

 
Heleb – Cinazeyên gerilayên 28-29'ê Tebaxa 2021'an li Xelîfanê di kemîna PDK’ê de jiyana xwe ji dest dan radestî malabatên wan nakin. Dayikên gerila yên li bajarê Helebê li hember vê yekê, li hola Şehîdan a taxa Şêx Meqsûdê ya bajarê Helebê daxuyanî dan. Beşdaran wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên Kongra Star hildan. Daxuyanî ji aliyê berdevka dayikên gerila Selwa Ehmed ve hate xwendin.
Dayika Selwa Ehmed da zanîn ku ew weke dayikên Helebê gerilayên Xelîfanê weke zarokên xwe dibînin û piştevaniya xwe ya ji bo çalakiya dayikên li ber deriyê Sêmalkan di çalakiyê de ne radigihînin û wiha domand: “Em weke dayikên gerila êşa dayikên şehîdên Xelîfanê parve dikin. Em piştgiriya wan dikin, her wiha em sekna hikumeta iqilîma Kurdistanê şermezar dikin. Weke gelê kurd em niha di pêvajoyeke hesas de ne. Em rastî gelek êrîşên dijwar tên. Şehadeta gêrîlayên li Xelîfanê bi destê pêşmergeyan bû, ev yek jî berhema têkliyên di navbera tirkê û hikûmeta Başûrê Kurdistanê bi tayebet partiya demoqratîk a kurdistanê. Em vê têkliya di navbera wan de bi tundî şermezar dikin. Em weke dayikên gêrîleyan bangewaziya dayîkên pêşmergeyan dikin û dibêjin êşa me yeke ji bo wê jî rê nedin zarokên xwe ku şerê birakujiyê bikin û dengê xwe tevli dengê me bikin. Her wiha banga me ji neteweyên yekbûyî re ew e ku zextê li hikûmeta Başûrê Kurdistanê bikin da ku cinazeyên şehîdan radestî malbatên wan werin kirin û deriyê Sêmalkayê were vekirin." 
Daxuyanî bi dirûşmeyên“Bimire îxant" û "Şehîd namrin” bi dawî bû.