Nobeta "edaletê" di roja 304’an de ye

Emîne Şenyaşar di roja 304'emîn ya nobeta xwe de daxwaza ya edaletê didomîne.

Emîne Şenyaşar di roja 304’emîn ya nobeta xwe de daxwaza ya edaletê didomîne.
Riha- Nobeta “edaletê” ya Emîne Şenyaşar a ku di 14'ê Hezîrana 2018'an de di encama êrîşa parêzvan û xizmên wekîlê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz de hevjîn û 2 kurên wê hatibûn qetilkirin li gel kurê xwe Ferît Şenyaşar ê ji êrîşê bi birîndarî rizgar bûbû, di roja xwe ya 304’an de berdewam dike.
Dema ku malbata Şenyaşar, ji bo hevdîtina bi Fadil Şenyaşar re ku 3 sal in li Girtîgeha Xarpêtê di hucreya yekkesî de tê girtin çû Xarpêtê û li ser hesabê xwe yê medya yê ev peyam parve kir: "Me vê zilmê qebûl nekir. Wê civak kesên ku ji vê zilmê re bêdeng dimînin û paşguh dikin efû neke! Maf' Hiqûq! Edalet! Têkoşîna me di roja 304'an de berdewam dike."