Nivîskara Îranî Saminê Bexçeban koça dawî kir

Nivîskara navdar Saminê Bexçeban a li Îranê bi xebatên xwe yên pêşeng ên di warê perwerdekirina zarokên astengdera bihîstînê de tê naskirin û ji bo zarok û ciwanan berheman dinivîsê, di 97 salî ya xwe de koçe dawî kir.

Navenda Nûçeyan – Yek ji kesayetên wêjeya zarok û ciwanan û li Îranê pêşanga xebatên perwerdekirina zarokên astengdara bihîstînê Thamîneh Baghcheban, di 97 saliya xwe de jiyana xwe ji dest dan. Saminê Bexçeban, ji bilî nivîskariya xwe, di avakirina saziyên perwerdehiyê yên astengdara bihîstînê de roleke girîng lîst.

Saminê Bexçeban, keça Cebar Bexçeban ê ku li Îranê yekem kesê perwerdehiya zarokên astengdarên bihîstînê da destpêkirin e.

Saminê Bexçeban, di 3’ê Nîsana 1927’an de li baxçeyê zarokan a binavê "Baxçe-ye Atfal" ya li Tebrîzê ji dayik bû. Saminê Bexçeban ya bi berhemên xwe yên ji bo zarok û ciwanan tê naskirin, bi saziyên perwerdiyên yên ji bo zarokên astengdarê bihîstînê hatine avakirin tê naskirin.

Hinek berhemên wê yên girîng wiha ne; "Pol-e Chobi" (Pira Darîn), "Noroozha va Badbadakha" (Newroz û tirtirok), "Jam Jamak Bargh Khazoon" (Jam Jamak Pela Payîzê), "Aftab Mahtab Che Rangeh" (Roj û Heyv çi Reng in?) û "Roşangar-e Tarikiha" (Ronahiya ku Tarîtiyê ronî dike) berhemek ku bavê wê Cebar Baghcheban vedibêje. Di heman demê de strana gelêrî ya bi navê "Doyidam Va Doyidam" bi zimanê îşaretan ji nû ve şîrove kir û pirtûka "Peyman-e Jahani" (Danezana Gerdûnî ya Mafên Mirovan) wergerand Farisî.

Piştî ku ji Dibistana Perwerdehiya Bilind bi zimanê Îngilîzî mezûn bû, berê da DYE’uê û li Zanîngeha Columbia di warê perwerdehiya bihîstînê de lîsansa bilind kiriye. Piştre di ware terapiya axaftinê de perwerdehiya domand û piştî vegeriya Îranê, bi navê xwe re li dibistana astengdariya bihîstînê de mamostetî kir.