Nivîskar Gulfer Akkaya: Çeteyên komkujî dikin helbet dê li Sûriyê kevoka spî nefirînin
Nivîskar Gulfer Akkaya, li hember nêrîna ku HTŞ’a cîhadîst “rewa” dibîne nerazîbûn nîşan da û got: “Talîban li Afganistanê çi dike, li Sûriyê jî HTŞ wî dike. Di avakirina pergala nû de rol dane HTŞ’ê, ev dê ji bo jinan û Elewiyan bibe xetereyek mezin.”
AXÎN BAHAR
Amed – Piştî rejîma 61 saleyî ya Baasê di 8’ê Kanûnê de hilweşiya, koma cîhadîst a bi navê Heyet Tahrîr El-Şam (HTŞ) li Sûriyê hikûmeta demborî ava kir.
HTŞ, di lîsteya “rêxistina terorê” ya Yekîteya Ewropayê û çend welatan de cîh digre, lê dîsa jî çalakiyên wê ji aliyê gelek welatan ve ku Tirkiye jî di nav wan de ye, “rewa” tên dîtin. Nediyariya pêvajoya pêş de ya li Sûriyê, berdewam dike. HTŞ û çeteyên din li herêmê bi taybetî jî li hember jinan û komên cuda yên baweriyê, binpêkirinan dike. Tê ragihandin ku HTŞ ‘hîcabê’ li jinan ferz dike. Tê diyarkirin ku di serî de li Lazkiye, li Tartus û Humusê elewî rastî îşkence û qetilkirinan tên. Li Tartus, Jableh û Lazkiyê li hember vê yekê çalakî hatin lidarxistin. Malaçavdêriyê ya Mafên Mirovan a Sûriyê (OSDH) û ajansa fermî ya Sûriyê SANA, ragihandin ku polîsan li Banias û Humusa ku çalakiyên bi vî rengî hatine lidarxistin, derketina derve qedexe kirine. Jinek ciwan a Elewî ku li Humusê beşdarî protestoyan bûye, bi guleya ku ji aliyê çekdarên HTŞ'ê ve hat avêtin, jiyana xwe jidest da. Dîsa ji herêmê dîmenên îşkence û komkujiyê yên bi taybetî li hember endamên ol û baweriyên Elewî û Xirîstiyan pêk tên, di medya dîjîtal de tên parvekirin.
Li aliyê din, êrîşên Tirkiyê û çeteya Artêşa Netewî ya Sûriyê (SMO) ya girêdayî wê li hember herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê berdewam dikin. Piştî ku SMO’yê keçikek 7 salî revand û destdirêjî lê kir, di navbera eşîran û çeteyên El Amşat de pevçûnên tund çêbûn. Dîsa çeteyan li Til Rifet û Şehbayê jî li xelkê û li jinan îşkence kirin, destdirêjî kirin, revandin û qetil kirin.
Nivîskar Gulfer Akkaya, pêşveçûnên li Sûriyê û gefên komên cîhadîst ên li hember jinan û di serî de Elewiyan gelek komên baweriyê, nirxand.
‘Tunehesibandin bi xwe jî bandorê li jinan dike’
Gulfer Akkaya destnîşan kir ku di tabloya pitî ku HTŞ û komên cuda yên çeteyan ketine Şamê re derketiye holê de, tenê mêr xuya dikin. Gulfer Akkaya, wiha got: “Gava ku Şamê stendin, ew bajêr xalî nebû, tenê ji mêran pêk nedihat, li wî bajarî jin jî hebûn. Mînak, jinek ducanî gihandin nexweşxaneyê? Jinek ku li merivê nexweşê nihêrt, xizmetek baş stend? Jinek ku li Şamê dijî dikaribû bi ewlehî dakeve kuçeyan? Di nav vê pêvajoya ku tê xwestin di nav gelemşeyê de bê avakirin û em nizanin ewê bi ku ve girê bide de, ji bo parastina mafê xwe dikare derdê xwe bêje? Dikare di vê pêvajoyê de bêje ku çi dixwaze, wek hêzek li ser maseyê cîh digre? Gava em li şîrovekarên ku pêşveçûnên li Sûriyê dinirxînin dihêrin, hemû mêr in. Agahiyek ku bandora tiştên tên jiyîn a li ser jinan ragihîne, nadin me. Em rojnamevan û şîrovekarên ku dikarin jinan nîşan bidin nabînin. Lewma jî ev tunehesibandin bi xwe jî bandorê li jinan dike jixwe.”
‘Em bi çeteyek paşverû ya ku dijminê pirdengî û jinan e re rû bi rû ne’
Gulfer Akkaya got ku “Nexşe, wezaret û bajar ewê di destê ke de bimînin? Ev nîqaş bi tevahî ji aliyê mêran ve tên kirin. Ne mimkûn e ku ev pêvajo ji bo jinan encamên baş bide.” Gulfer Akkaya, balkişand ser pratîkên HTŞ’ê û wiha got: “Hêza li hember me, jixwe îslama siyasî diparêze. Avabûnek hov û cîhadhez e ku mirovan serjê dike. Divê em encamên vê tabloyê di aliyê jinan de du sê carên din jî bihesibînin. Ev çete gava hatin Şamê, bi serjêkirinan hatin. Em bi çeteyek paşverû ya ku pirdengiyê tune dihesibîne û neyarê jinan e re rû bi rû ne.”
‘Piştî şer jinê mîna xenîmetek ‘desteser’ kirine’
Gulfer Akkaya bi bîr xist ku hem li Sûriyê hem jî di pêvajoya dawî de di şerên di navbera Rûsya-Ukrayna û Îsraîl-Filîstînê de, bedenên jinên leşker û sivîl hatine teşhîrkirin. Gulfer Akkaya, derbarê bandora şeran a li ser jiyana jinan, wiha got: “Destdirêjî, yek ji tiştên herî giran ên li hember jinê ne. Her wiha desteserkirin û talankirin jî heye. Di şerê Ukraynayê de jinên Ukraynayî ji şer reviyan û hatin Tirkiyê. Jinên Ukraynayî an wek ‘karkera seksê’ an jî wekî qaşo ‘hevjîn’ hatin zewicandin. Ji ber ku ew jin ji şer reviyabûn, xwe spartibûn welatek din. Li wî welatî derfetên wan bisînor bûn, mêran jî ev yek wek fersend dîtin. Mîna tiştên ku li jinên Sûriyeyîyên piştî şerê Sûriyê hatin Tirkiyê hatin kirin. Yanê piştî şer bedena jinê mîna xenîmetek ‘desteser dikin’. Çima? Ji ber ku pergalek desthilatiya mêr a patriyarkal heye. Mêr jinan wek milkek xwe dibînin. Li gor wan, dikarin derbarê jinê de her gotinê bêjin. Ji ber ku artêş jî di ser birêxistinbûnên mêrane de hatine avakirin, di vê navberê de mêr mîna ku axa welatek dagir dikin, dest didin ser jinên dijberên xwe. Aliyê ku viya dike, hesta ‘biser ket, xenîmetê bidest xist’ dide aliyê din.”
Gulfer Akkaya anî ziman ku di şeran de tiştên ku jin dijîn ne tenê destdirêjîye, piştî vê yekê jî gelek şerpeze dibin. Gulfer Akkaya, bi bîr xist ku DAIŞ’ê di sala 2014’an de li Şengalê jinên Êzidî revandiye. Gulfer Akkaya, wiha got: “Jinên Êzidî ji aliyê DAIŞ’ê ve hatin revandin û firotin. Rastî destdirêjiyê hatin, lewma zarokên wan jî çêbûn. Piştî salên dirêj gihîştin malbatên xwe, vê carê malbatan van zarokên di encama destdirêjiyê de çêbûne nexwestin. Jin bi xwe man heyîrî. Şer ne tenê destdirêjî ye, pergalek ku wê destdirêjiyê didomîne heye, rewşa zexteke ku pergala patriyarkal didome heye. Lewma jî bedena jinê wek qadeke ku hem bê dagirkirin hem jî bêjin ‘tu têk çûy’ tê bikaranîn. ”
‘Di pergala nû de rol dane HTŞ’ê ev dê jinan bi xetereyan re rû bi rû bihêle’
Gulfer Akkaya hişyariya “Ger ku HTŞ û çeteyên din li Sûriyê hebûna xwe bidomînin ewê xetereyên cur bi cûr derkevin holê” kir û wiha got: “Em jî li Tirkiyê jixwe di nav şer û tundiyê de ne, niha jî emê bi çeteyên cîhadîst ên ku xwe li ser tundiyê ava kirine re bibin cîran. Jixwe em dizanin ku HTŞ ji kîjan avabûnên cîhadîst pêk hatiye. Em têkoşîna xwe ya li Tirkiyê ku em li hember îslama siyasî dimeşînin bifikirin, emê bibînin ku li hember vê xetereya li ber deriyê me, ewê jiyan ji bo me zortir be. Li gelek welatan, desthilatiyek li dijî jinan heye. Jiyana me ne tenê ji aliyê çeteyên îslamî yên cîhadî ve, ji aliyê dewletên heyî û rêveberiyên wan ve jî di nav xeterê de ye. Em dizanin ku Talîban li Afganistanê çi dike, li Sûriyê jî HTŞ wî bike. Di avakirina pergala nû de rol dane HTŞ’ê, ev dê ji bo jinan û Elewiyan bibe xeterek mezin.”
‘Li ku destketiyek hebe divê bê parastin’
Gulfer Akkaya got ku şoreşa li Rojava bi pêşengiya jinan pêk hatiye jî di bin xeterê de ye û wiha pê de çû: “Ev ne xetereyek rasthatinî ye. Ev ne tiştek tenê têkildarî avabûn an jî avanebûna herêmek xweser a li wir e. Di heman demê de, jin bila bihêztir bin, bila xwe birêve bibin? Destpêkirina şerê li hember fikrên jinan e jî. Tiştê li Rojava rû dide jî, ji yê giştî ne cuda ye. Lewma jî, li ku destketiyek jinan hebe divê sedîsed bê parastin. Girîng e ku mafên destketî yên jinan bên parastin û hemû jinên li cîhanê bibin xwedî hişmendiya ‘em bûn xwişk’ û vêya xurt bikin.”
‘Fikra DAIŞ’ê di nav HTŞ’ê de zindî bû’
Gulfer Akkaya anî ziman ku di nav HTŞ’ê de endamên DAIŞ’ê hene û wiha got: “Heftiya borî, rûniştina doza DAIŞ’iyên ku êrîşî Balafirgeha Ataturk kirine, çêbû. Ji 7 DAIŞ’iyên girtî, 6 kes hatin berdan. Berdana DAIŞ’iyan a di vê pêvajoyê de, rasthatinî ye gelo? Li Sûriyê ev tişt rû didin, evqas liv û tevger heye, çima ev hatin berdan? Jixwe ramana DAIŞ’ê zindî bûye, niha jî ew kirin desthilatî. HTŞ ji DAIŞ’ê pir cuda ye? Ew raman hê jî li wir tê meyandin û mezinkirin.”
Xetereyên li pêşiya Elewiyan
Gulfer Akkaya balkişand ser sûcên ku HTŞ’ê di serî de li hember Elewiyan, her wiha li hember baweriyên din ên cuda jî pêk anîne û wiha got: “Ji bo ku mirov bawer bike ku li Sûriyê avabûnek îslamî bibe desthilatî ewê tiştek bi Elewiyan neke, divê mirov pak be. Ji ber ku li Tirkiyê jî, li Sûriyê jî paşerojek komkujiya Elewiyan heye. Ji ber ku îslama siyasî, baweriya Elewîtiyê erê nake. Çawa ku HTŞ tevgeriya, em ketin nav fikaran. Elewiyan naxwazin, ji ber ku Elewî ji wan cuda ne, sekulertir in û di aliyê wekheviya jin û mêr de jî naşibin wan. Nirxên wan jî, civakbûnên wan jî, têkiliyên wan ên malbatî jî cuda ne. Di navbera îslamê û Elewiyan de pevçûnek dîrokî heye û dewlet jî van nakokiyan kûr dikin.”
Gulfer Akkaya anî ziman ku sînor bê wate ne û diyar kir ku divê herkes li hember xetereya li pêşiya Elewiyan, dengê xwe bilind bike. Gulfer wiha got: “Ji ber ku mirovên ji heman baweriyê, ji heman netewê, nekarî bi sînoran ji hev bên qutkirin. Dewlet û polîtîka sînoran xêz dikin. Xwişk û bira li aliyê din bin jî xwişk û birayên min in. Em jin û Elewî, li aliyê din ê sînor bin jî em dikarin di nav biratiyê de xwe birêve bibin. Divê em vê yekê bi dengekî bilind bêjin. Meseleya Elewiyan û jinan, yek ji meseleyên herî lezgîn e. Ev herdu mesele, di aliyê pêşeroja Sûriyê de wek kaxizê turnusolê ye.”
Gulfer Akkaya da zanîn ku di nîqaşên Sûriya nû de pêwîst e polîtîkayek baldartir a ku hevdu hembêz dike bê avakirin û wiha got: “Hema bû û çû nabe. Hê nebûye û neçûyî jî. Ev pêvajoyek e, emê bibînin ka çi dibe. Du meh şûnda kirdeyên niha dê di rewşeke çawa de bin? Em li wir çiqas li hevdu xwedî derkevin, ev pêvajo ewqas dê bibe pêvajoyeke demokratîk. Ewê têkiliyek cîrantiyê û zêdetir wekhevhez be.”
‘Ev çete dê nikaribin li Sûriyê kevokên spî bifirînin’
Gulfer Akkaya diyar kir ku polîtîkayên HTŞ’ê ne tenê Sûriyê, Tirkiyê jî di bin bandora xwe de bihêle û gotinên xwe wiha bidawî kir: “Komkujiya Garê ya li Enqereyê, bi DAIŞ’ê dan kirin. DAIŞ’ê bi tena serê xwe paytexta Tirkiyê bombe nekir. Paşê pirça serê xwe û ruyê xwe jêkirin û bûn modern? Li ba me qîmeta şekl û şemalê tuneye, ya girîng bîrdoziya wan e. Lewma jî em dizanin ku DAIŞ, HTŞ ewê bighên ku û dixwazin erdnîgariyek çawa ava bikin. Em dizanin ku çeteyên destên wan evqas di komkujiyan de ye, li Sûriyê helbet dê kevokên spî nefirînin. Bila neyê jibîrkirin ku rejîma li Sûriyê ji nû ve teşe digre, bi me yanê bi kesên li Tirkiyê diîn re nêz ve têkildar e.”