Newroz Rojhilat: Hêzên ‘garantor’ çavê xwe ji êrîşên Tirkiye re digirin
Fermandara Newroz Rojhilat li ser êrîşên dagirkeriyê yên Tirkiye, bersivdayîn û amadekariya şervanên wan yên dijî êrîşan, rola leşkerên rejîma Sûrî, sekna hêzên garantor yên wekî Rûsya û Amerîka ji ajansa me re nirxand.
SORGUL ŞÊXO
Hesekê – Fermandara Meclisa Leşkerî ya Til Temirê Newroz bi taybet îşaret bi metirsiyên cidî yên êrîşên Tirkiye li ser herêmê kir û bêhelwestiya hêzên xwe weke 'Garantor’ binav dikin rexne kir û bi rêya ajansa me agahiyên girîng jî der barê amadekariyên êrîşkirina ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de parve kir.
‘Sewqiyateke mezin a leşkerî ji bo herêmê heye’
Newroz Rojhilat diyar kir êrîşên li ser Bakur û Rojavayê herêmê berdewam dikin û têkildarî mijarê wiha axivî: “Dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wê êrîşên xwe yên dagirkirin û qirkirinê didomînin. Sewqiyetên wan pir zêde bûne, di nuqte û baregehên xwe de hejmara çeteyan zêde dikin. Her wiha çek û cebilxane, çekên giran û obîsan bi cih dikin. Hem wextê sewqiyetan bi êrîşên hewayî û topbaranan welatiyên sivîl jî tên hedef girtin û di encamê de zirerên canî û madî çêdibin. Di encama van êrîşan de şehadet û birîndarên me jî çêbûn.”
‘Leşkerên Hikûmeta Şamê erka xwe ya parastinê bicîh naynin’
Li ser erka leşkerên rejîma Sûriyeyê ku bi armanca parastina sînor li herêmê hatine bicihkirin û hêzên nave ‘garantor’ li xwe dikin jî Newroz Rojhilat van agahiyan da: “Di van êrîşên Tirkiyeyê de leşkerên hikûmeta Şamê jî tên kuştin. Leşkerên Hikûmeta Şamê bersiva êrîşên Tirkiye nadin û li beramber qurbaniyên didin jî bê helwestin. Ne tenê ew bê helwestin, Rûsya jî ne xwedî helwesteke zelal e. Wekî robotan disekin. Ev bêhelwestiya wan cihê fikarêye. Leşkerên Hikûmeta Şamê yên ku qaşo dibin navê parastina sînor de derbasî herêmê bûne, dema êrîş çêdibin bê helwest dimînin, em neçar dimînin wan jî biparêzin! Heta dema birîndarên wan çêdibin dîsa em wan radikin nexweşxaneyê.”
‘Şervanên jin bi berpirsyariya parastina welat di eniyên pêş de cih digrin’
Newroz Rojhilat dazanîn şervanên jinx we ji şer re amadekirine û got: “Li gorî êrîşên ku tên kirin, em jî tedbîrên xwe digrin, hêzên xwe yên jin di asta herî jor de perwerde dikin. Me jî stratejiya şerê xwe guhertiye. Li hemberî êrîşên hewayî û bejahî em bi tedbîr tevdigerin. Li hemberî bikaranîna hemû cureyên çekan li dijî me, em bi perwerdeyan xwe amade dikin. Her wiha di eniyên pêşî de jî şervanên jin her wext û gav amade ne ku gelê xwe biparêzin. Ji ber ku ev ax axa me ye, weke keç û xortên vî gelî û welatî erka me ye ku em bi berpirsyarî ji bo axa xwe tevbigerin."
‘Divê saziyên hiqûqî û mirovî pêşî li êrîşan bigirin’
Newroz Rojhilat di dewama axaftina xwede bang li saziyên mafê mirovan û peywendîdar jî kir û wiha pêde çû: “Rast e, bikaranîna çekên cur be cur ne tenê gelê me û mirovan dike armanc, av hewa, xweza û hemû zindiyên herêmê jî hedef digire. Armanca dijmin ne tenê şervanên me ye, ax, av, dar û malên me ne jî.”
‘Em ê bersiva êrîşan bidin’
Endama Fermandariya Meclisa Leşkerî ya Til Temirê Newroz Rojhilat daxuyakirin ewê di çarçoveya parastina rewa de bersiva hemû êrîşan bidin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Em weke Meclisa Leşkerî amadene canê xwe ji bo gel feda bikin. Emê li hember êrîşên dagirkeriyê bêdeng nemînin û bersiva êrîşan di çarçoveya mafê parastina rewa de bidin.”