‘Kes nikare çapemeniya azad bêdeng bike’

Rojnamevan Bêrîtan Îrlan girtina rojnamegerên li Bakurê Kurdistanê şermezar kir û teqez kir ku li hemberî zilim û zordariyê ragihandina azad tu car serî netewandiye û her di riya heqîqetê de israr kiriye.

ŞÎRÎN MIHEMED

Qamişlo – Di 25’ê Cotmehê de li dijî rojnamegerên çapemeniya azad ên li Bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê, kar û xebat dimeşandin operasyonek siyasî pêk hat û di çerçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê de polîsan bi ser malan de girtin û nûçegihanên Ajansa Jinnews û Ajansa Mezopotamya (MA) hatin binçavkirin. Der barê vê mijarê de rojnameger Bêrîtan Îrlan nêrînên xwe anî ziman.

‘Ji ber ku rastiyan derdixin holê hatin girtin’

Bêrîtan Îrlan di destpêka gotinên xwe de destnîşan kir ku kes nikare dengê ragihandina azad bibire û wiha got: “Di nava salek de gelek rojnameger li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê hatin girtin û binçavkirin. Herî dawî jî ji aliyê polîsên dewleta tirk ve 11 rojnameger hatin binçavkirin. Ev êrîşên qirkirinê, ne ji îro ve ye, roja ku rojnamegerên Kurd derketine heta niha berdewam dikin. Gelek rojnameger di salên 1980’yî de hatin girtin, qetilkirin, îşkencekirin û gelek ji wan hatin revandin heta niha jî çarenûsa wan û qetilên wan ne diyar e. Lê em li hemberî vê zilim û zoriyê dibînin ku ragihandina azad tu carî serî netewandiye û her dem di têkoşîna derxistina heqîqetê de îsrar kiriye. Di girtina dawî de tişta herî zêde bala mirovan dikişand piraniya wan jinên rojnameger bûn, her wiha dema tên binçavkirin, polîs hewl didin serê wan bitewînin. Ev tewandin ji bo tevahî gelê Kurd peyamek e. Elbet xwedîderketinek çêbû û sekna rojnamegeran cihê kêfxweşiyê bû. Ragihandin zimanê gelekî ye û tu kes nikare bêdeng bike.”

‘Dixwazin çapemeniya azad asteng bikin’

Bêrîtan Îrlan diyar kir ku ew wek rojnameger erkdar in ku êşa gelê xwe parve bikin û wiha domand: “Komploya navneteweyî di şexsê Rêber Apo de pêk hat, li ser tevahî gelan tê meşandin û ji wan yek jî li dijî rojnamegerên azad e. Desthilatdar dixwazin gel qir bikin û ji komkujiyan derbas bikin, rojnamegerên ku van rastiyan derdixin holê, digrin an jî her dem binçav dikin. Min bi xwe jî li Bakurê Kurdistanê bi salan kar û xebatên ragihandinê daye meşandin û dema pêngava girtinê dest pê dikir, me analîz dikir û digot qirkirinek nû dê pêk were. Zext û zilim her ku diçe li dijî rojnamegeran zêde dibe û qirkirina li dijî gelê Kurd berdewam dike. Her wiha dewleta tirk li hemû aliyên Kurdistanê êrîşên xwe bênavber didomîne, li axa Başûrê Kurdistanê çekên kîmyewî bi kar tîne, li Bakur operasyonên qirkirinê pêk tîne û bi balafir û çekên giran êrîşî axa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike. Ji bo ku ev qirkirin dernekeve holê, dixwazin dengê ragihandinê qut bikin. Îro dewleta tirk ku li her perçeyên Kurdistanê sînor daniye û ew bi xwe sînoran derbas dike, û bi balafirên xwe êrîşî gelê Kurd dike. Bi van êrîşan em dikarin teqez bikin ku hemû dewletên navneteweyî çavên xwe ji dewleta tirk re girtine û bi destûra hemû dewletan ev êrîş pêk tên em jî wek rojnameger erkdar in ku êşa gelê xwe parve bikin û rastiya heyî raxin ber çavan.”

‘Armanca zagona sansurê qutkirina dengê gelê Kurd e’

Bêrîtan bal kişand ser zagona ku ji aliyê AKP-MHP ve ji bo rojnamegeran hatiye derxistin û got: “Di van demên dawî de dewleta tirk qanûna bi navê sansurê derxist, qaşo kontrolkirina medyayê ye û nûçeyên ku tên çêkirin ji wan re tên rêkirin, li gorî erêkirina wan tên weşandin, elbet em ji bîr nekin ku ev zagon jî ji aliyê desthilatdaran ve hatine çêkirin. Armanca wan ne rastî ango şaşiya nûçeyê ye, armanca wan ew e ku bizanibin di xizmeta desthilatdariyê de ye yan na. Nûçe çiqas rast be jî ji ber ne li gorî wan e tê qedexekirin. Di heman demê de kesên ku hin mijaran li ser medyaya civakî parve bikin, ew jî ceza digrin. Ev zagon çawa di meclisa Tirkiyeyê de ji aliyê desthilatdariya AKP-MHP’ê ve hat erêkirin, yekser rojnamegerên Kurd hatin girtin. Ev zagon pir vekirî dide diyarkirin ku armanc bêdengkirina dengê gelê Kurd e.”

‘Em li kijan qadê bin ji bo heman armancê em ê karê xwe bimeşînin’

Bêrîtan Îrlan herî dawî da zanîn ku ew ê li gel rojnamegerên ku hatine girtin bin û diyar kir ku ew li kijan qadê bin dê bi heman armancê kar û xebatan bimeşînin û wiha bi dawî kir: “Dewleta tirk ji bo hilbijartinê planên qirêj dide meşandin, da ku di sedsala bidawîbûna lozanê de careke din Kurd bi qirkirinê re rû bi rû werin hiştin û dixwaze dengê vê gel qut bike, êrîşî rojnamegeran dike. Dewleta tirk li her alî bi awayekî vekirî dibêje ku armanca wan tunekirina gelê Kurd e. Wek rojnameger, ji bo gelê Kurd çi dikeve ser milên me diyar e û du rê hene yan tu yê hebî yan jî tu yê tunebî. Dewleta tirk dixwaze Kurd hebûna xwe înkar bikin û koletiyê qebûl bikin. Kurd vê yekê qebûl nakin, ji lewre rastî qirkirin û tunekirinê tên. Li Bakurê Kurdistanê çiqas zext hebin jî dengê Kurdan bilind dibe. Kurd ne yên berê ne û êdî koletî û tunebûnê qebûl nakin. Em ji rojnamegerên ku hatine girtin re dibêjin ku em li gel wan in û li kîjan qadê bin em ê bi heman armancê karê xwe bidin meşandin.”