Neteweyên Yekbûyî piştrast kir ku zêdetirî 306 hezar sivîl li Sûriyê hatine qetilkirin
Ofîsa Netewên Yekbûyî ya ji bo Koordînasyona Karûbarên Mirovî OCHA di raporteke xwe de piştrast kir ku 306 hezar û 887 sivîl di şerê Sûriyê de hatine qetilkirin.
Navenda Nûçeyan - Ofîsa Netewên Yekbûyî ya ji bo Koordînasyona Karûbarên Mirovî OCHA di raporteke xwe de piştrast kir ku 306 hezar û 887 sivîl di şerê Sûriyê de ji Adara 2011'an ve hatine qetilkirin, ku ev rêjeya herî bilind e li welat heta niha.
Komîsera Bilind a Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî Michelle Bachelet got ku ev hejmar wêneyek zelal a tundî û mezinahiya şer li Sûriyê nîşan dide û wiha got: "Jimara kuştiyên şerê li Sûriyê ne tenê hejmareke, ew kesayetan temsîl dike."
Komîsyona Lêkolînê ya Neteweyên Yekbûyî li ser metirsiya zêdebûna aloziyan li Sûriyê hişyarî da û wiha got: "Aloziyên leşkerî hîn li Sûriyê zêde dibin û hêzên cîhanî destwerdan kirine û gelek alî hîn çalak in, ku ev yek metirsiya ji nû ve destpêkirina şer li welat zêde dike."
Raporê tekez kir ku heta bidawîhatina aloziya Sûriyê, metirsî berdewam in li ser jiyana sivîlan, lewra pêwîst e Netewên Yekbûyî û civaka sivîl hemû îmkanan bikar bînin ji bo bidawîkirina aloziyê li Sûriyê.