Neteweyên Yekbûyî li ser berdewamiya binpêkirinên li dijî çalakvanên Îranê hişyarî da
Konseya Mafên Mirovan a Netewên Yekbûyî li ser berdewamiya binpêkirinên li dijî çalakvanên sivîl ên li Îranê hişyarî da.
Navenda Nûçeyan – Konseya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî ragihand ku ew berdewamiya zext û zordariya li ser çalakvanên sivîl û binpêkirina mafên wan ên bingehîn dişopînin. Konseyê li hember girtina 13 kesan a li Îranê ku di nav wan de çalakvanên sivîl hebûn nerazîbûna xwe nîşan da.
Konseya Mafên Mirovan a Netewên Yekbûyî bal kişand li ser rapora vê dawiyê ya sekreterê giştî yê Rêxistina Netewên Yekbûyî Antonio Guterres a li ser tepeserkirina xwenîşandanên li Îranê û tekez kir ku atmosfera medenî û demokratîk li Îranê bi berdewamî tê tepeserkirin û çalakvan û parêzvanên mafên mirovan gelek caran rastî destdirêjî û girtinê tên.