Nesrîn Sotoudeh Xelata Dadwerî ya Thulani Masuko ya 2026’an stend
Parêzera Îranî û parêzvana mafên mirovan Nesrîn Sotoudeh wek xwediya Xelata Dadwerî ya Thulani Masuko ya sala 2026’an hatebijartin.
Navenda Nûçeyan- Parêzer û parêzvana mafên mirovan a Îranî Nesrîn Sotoudeh Xelata Dadmendiyê ya Thulani Maseko ya 2026’an girt. Ev xelata ku ji hêla Weqfa Mafên Mirovan (Human Rights Foundation) û Weqfa Thulani Maseko ve tê dayîn, armanc dike ku tevî ku di bin rejîmên otorîter de dijîn û bi xetera berdewam a girtin û tepeserkirinê re rûbirû ne, rûmetê bide parêzerên ku mafên bingehîn ên welatiyan, edaletê û serxwebûna pîşeya hiqûqî diparêzin.
Nesrîn Sotoudeh mafê hemû kesan di parêze
Weqfa Mafê Mirovan di daxuyaniya 7’ê Cotmehê dayî de, hewldanên demdirêj ên Nesrîn Sotoudeh ji bo parastina girtiyên siyasî, rojnamevan, çalakvanên civaka sivîl, kêmneteweyan û zarokên ku bi cezayê darvekirinê re rûbirû ne, wek sedemên sereke yên wergirtina xelatê destnîşan kir. Nesrîn Sotoudeh di xebatên xwe de li ser dijberiya hîcaba bi zorê û parêzvaniya mafên jinan jî sekiniye.
Armanc rûmetkirina parêzvanan e
Merasîma çaremîn a xelatê biryar e îro, li bajarê Lahey ê Holandayê bê lidarxistin. Xelat ji bo bîranîna parêzera mafên mirovan Thulani Maseko ku di Çileya 2023’an de li mala xwe ya li Eswatiniyê bi guleyan hate kuştin, tê dayîn. Thulani Maseko parêzvanek dilsoz a demokrasiyê û mafê welatiyan ji bo nûnertiya hiqûqî ya serbixwe bû. Ev xelat ku di sala 2023’an de hate damezrandin, armanc dike ku bi rûmetkirina parêzerên di demên tepeserkirina siyasî de mafên mirovan diparêzin, bi vî rengî mîrasa Thulani Maseko zindî bihêlin.
Berê hatibû girtin
Nesrîn Sotoudeh di seranserê pîşeya xwe ya zêdetirî 20 salan de, gelek çalakvanên siyasî û sivîl, jinên ku li dijî hîcaba bi zorê ne, endamên kêmneteweyên etnîkî û olî û zarokên ku bi cezayê darvekirinê re rûbirû ne, parastiye. Ev çalakî bûne sedema girtin û mehkûmkirinên dubare. Di sala 2019’an de, ew bi 38 sal cezayê girtîgehê û 148 qamçiyan hat cezakirin û di salên paşîn de bi girtinên din re rûbirû maye. Di Nîsana 2026’an de hate girtin û di Gulana heman salê de bi kefaletê hate berdan.
Nesrîn Sotoudeh xelata Scott Crosby girtiye
Nesrîn Sotoudeh di heman demê de xelata Scott Crosby girtiye. Komeleya Baroya Cezayê ya Ewropî di konferansa xwe ya payîzê de li Tirana, Albanya, di 3’ê Cotmeha 2026’an de, Xelata Mafên Mirovan a Scott Crosby da wê. Kurê wê Nima Khandan, xelat li ser navê wê girt. Ev xelat, ji Xelata Dadmendiyê ya Thulani Maseko cûda, pabendbûna bi mafên mirovan, serxwebûna pîşeya hiqûqî û serdestiya hiqûqê re rêz digre.