Dayîkên Aştiyê yên Mêrdînê: Ev du sal in dewlet gavan navêje

Dayîkên Aştiyê diyar kirin ku tevî derbasbûna du salan jî dewletê gavên pêwîst neavêtiye û gotin ku “Em azadiya fîzîkî ya Rêberê xwe û aştiyeke mayînde dixwazin.”

EKÎN STÊRK

Mêrdîn – Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ku mijareke girîng a di rojeva siyasî ya Kurdistan û Tirkiyeyê de ye, bi nîqaşên li ser gavên yasayî û siyasî yên ku bên avêtin, berdewam dike. Di demekê ku komên cûda nirxandina entegrasyona civakî ya pêvajoyê, bidestxistina aştiyeke mayînde û vekirina rêya li ber çareseriyeke demokratîk didomînin, Konseya Ewlekariya Neteweyî ku di 30’ê Îlonê de civiya, qonaxa niha ya pêvajoyê jî nirxand. Lê belê, daxuyaniya piştî civînê hat weşandin, encam û piştrastkirinên ku dihatin hêvîkirin ên derbarê pêvajoyê de, nedihewand.

Dayîkên Aştiyê, hêviyên xwe ji Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk anîn ziman û girîngiya siyaseta demokratîk û beşdariya civakî ji bo ku pêvajo mayînde bibe, destnîşan kirin.

‘Rêberê me gav avêt, niha dora dewletê ye’

Berdevka Meclîsa Dayîkên Aştiyê Tenzîle Agitay ku berî 30 salan birayê wê Muhammed Yuksel nemir bûye, diyar kir ku pêvajo du sal in berdewam dike lê gavên pêwîst nehatine avêtin. Tenzîle Agitay bi bîr xist ku Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk di bin serokatiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de dest pê kiriye û wiha domand: “Rêberê me ji bo vê pêvajoyê gavek avêt û em li pey şopa wî diçin. Rêberê me çi bibêje emê wê pêk bînin. Ji ber ku ev pêvajo bi saya wî dest pê kir. Îro, bi hezaran Kurd li pey şopa Rêberê xwe dimeşin. Bi destpêkirina vê pêvajoyê re, çek hatin şewitandin û partî hatin hilweşandin. Lê dewletê hîn jî gavek berbiçav neavêtiye. Em dixwazin dewlet di zûtirîn dem de gavan bavêje.”

Dayîka Tenzîle da zanîn ku ew dixwazin deriyên zindanan bên vekirin, ew azadiya xwe bi dest bixin û wiha got: “Îro, bi dehan malbatên Kurd li benda roja ku zarok, hevjîn û xwişk û birayên wan azad bibin in. Di heman demê de, gelek dayîkan ji ber hesreta dîtina zarokên xwe jiyana xwe ji dest dane. Gelek malbat hîn jî nekarîne gorên zarokên xwe bibînin. Birayê min jî 35 sal berê şehîd ket, lê ez hîn jî nizanim cenazeyê wî li ku ye.”

Tenzile Agitay, destnîşan kir ku divê hikûmet gavên berbiçav bavêje da ku pêvajo pêş bikeve û wiha pê de çû: “Ji aliyekî din ve, em azadiya fîzîkî ya rêberên xwe dixwazin. Pêvajo tenê bi vê yekê dikare bipêş bikeve. Em êdî şer û mirinê naxwazin. Bi şer çi dikare bê bidestxistin? Bila aştî zûtirîn demê bê sazkirin. Werin em bi hev re di biratî û wekheviyê de bijîn. Tevî 27 şehîdên me jî, em hîn jî di aştiyê de israr dikin. Em di xwestina aştiyê de israr dikin. Dewlet dibêje ku ew ê gavan bavêje. Ewqas dem derbas bûye û hîn jî gavek neavêtiye. Îro, hin kes li ser tora dîjîtal daxuyaniyan didin da ku pêvajoyê têk bibin. Em vê nêzîkatiyê qebûl nakin. Kesên faşîst naxwazin wekhevî bê sazkirin. Divê yên ku di vê faşîzmê de beşdar dibin, bên girtin.”

‘Tevî hemû êşên me, em di aştiyê de israr dikin’

Celîle Îldeniz, Dayîkeke Aştiyê ku bavê xwe Dervîş Turgay di serdema Kenan Evren de winda kir, diyar kir ku ew bi salan e daxwaza aştiyê dikin. Celîle wiha got: “Em niha dixwazin aştî bê sazkirin û em azadiya fîzîkî ya Rêberê xwe dixwazin. Di vê pêvajoya ku du sal berê dest pê kir de, çek hatin şewitandin û gelek gav ji aliyê Kurdan ve hatin avêtin. Ji ber vê yekê çima dewlet jî gavan navêje? Weke Dayîkên Aştiyê, ev bi salan e daxwaza aştiyê dikin. Bi hezaran şehîd ji bo aştiyê hatine dayîn û windahiyên me hene. Lê dîsa jî, me dev ji daxwaza xwe ya aştiyê bernedaye. Daxwazek hevpar a her kesî heye; ew jî aştî ye.”

‘Bila ew pêvajoyê bêtir dirêj nekin’

Celîle Îldenîz, da zanîn ku bavê wê di serdema Kenan Evren de ji ber îşkenceyê jiyana xwe ji dest daye, wiha got: “Ma Îslam ev e? Tevî hemû êşên ku me kişandine, em ê her tim li ser daxwaza xwe ya aştiyê israr bikin. Welatê me yek e, çima em dijminên hev in? Çima ew pêvajoyê dirêj dikin da ku gavan navêjin? Bila niha di komîteyan de gavên pêwîst bên avêtin. Bila ew pêvajoyê bêtir dirêj nekin. Ji bo avakirina baweriyê gavên berbiçav hewce ne. Ji dema ku pêvajo dest pê kiriye, kes nemiriye, dayîk negiriyane. Çima divê bi vî rengî berdewam neke? Hem gelê Kurd, hem gelê Tirk û hem jî gelên din hewce ne ku li dora vê pêvajoyê bibin yek. Divê em yekîtiya xwe ava bikin. Ger em yekgirtî bin, em dikarin aştiyê ava bikin. Em naxwazin xwîn birje. Em naxwazin dilê dayîkan bişewite.”