Li Efganistanê jiyana bi milyonan mirov di xeteriyê de ye

NY, diyar kir ku ji ber kêmaniya fînansmanan li Efganistanê wê operasyonên alîkariya mirovî bi sekine û bi milyonan kesên bê parastin rû birûyî xeteriya xwarin, tenduristî û bê parbûna ji xizmeyên bingehîn in.

Navenda Nûçeyan – Efganistanî rû birûyî krîzek kûr ku gefê li jiyana bi milyonan mirovan dixwe ye. Gelê welat, di qadek ku pirsgirêkên aborî û ewlehiyê didome de, pirsgirêkên cidî yên xwarin û dermanan dijîn. Ev rewşa bi xeter, Efganistanê rûbirûyî krîzek ku wek wê nehatî dîtin dihêle û pêwîstiya lezgîn bi mudaxeleya civaka sivîl heye.

Ofîsa Koordînasyona Karê Mirovî ya Netewên Yekbûyî (OCHA), di daxuyaniyên dayî de, hişyarî da ku ji ber valetiya cidî ya fînansmanê, wê rê li ber sekinandina alîkariyên mirovî ya Efganistanê veke û wê ev bi milyonan malbatên bê parastin ji xizmetên xwarin, tenduristî û bineghîn bê par bihêle.

OCHA bal kişand ku ev kêmanî pêkanîna bernameyên alîkariya jiyanê ya di demê Cotmeh- Kanûnê de asteng kir û da zanîn ku her qutkirinek, wê raste rast bandorê li xizmetên bingehîn ên tenduristiyê, perwerde, ava paqij û xwarinê ji bo milyonan Efganistanî jiyana xwe pê bidomînin bike.

Ofîsê di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku ji bo pêkanîna domandina operasyonên alîkariyê pêkanîna fînansmanên acîl û domdar neçariye û di mijara qutbûnên dem kurt de ‘encamên cidî yên mirovî’ derbikeve hişyarî da. 

Hêjayî bi bîrxistinê ye, ajansên NY û rêxistinên alîkariya navnetewî, bi caran anîbûn ziman ku ji ber zêdebûna pêwîstiyên qadê û kêmbûna desteka navnetewî yên xeta alîkariya li Efganistanê, herku diçe hê zêdetir dibin zextên mezin dene.