Nergîz Muhamedî wê cara çarem were darizandin

Çalakvana Îranî ya xwedî Xelata Aşatiyê ya Nobelê Nergîz Muhemedî, bi peyamekê ragihand ku ji ber ku hêzên ewlehiyê Îranê bi destdirêjiya jinan tometbar kiriye, dê cara çarem were darizandin.

Navenda Nûçeyan- Çalakvana Îranê ya xwedî Xelata Aşitiyê ya Nobelê Nergîz Muhemedî ku li Girtîgeha Evîn’ê tê girtin, bi peyama belavkirî ragihand ku rastî dozek din hatiye.

Di peyamê de hate diyarkirin ku ji ber ku hêzên ewlehiyê bi destdirêjiya jinan tometbar kiriye, dê cara çarem were darizandin.

Li gorî peyama hatî belavkirin doza nû ya hatî vekirin derbarê weşanek bi deng de ye ku Nergîz Muhemedî tê de “şerê mezin ê rejîma Îranê li dijî jinan” şermezar dike de ye.

Nergîz Muhemedî diyar kir ku ew ji ber vegotina êrişa li dijî Rojnamevan Dîna Ghalaibaf, ku li ser birînên li ser bedena wê yên piştî tundî û êrîşa zayendî ku lê hatiye kirin, dê were darizandin.

Aktîvîsta 52 salî Nergîz Muhemedî bang kir ku bi beşdariya rojnamevanên serbixwe, parêzvanên mafên mirovan, parêzvanên mafên jinan û parêzeran, dê darizandin ji bo gel vekirî were pêkanîn.

Her wiha parêzerê Nergîz Muhamedî Mustafa Nîlî jî ragihand ku dadgeh dê ji bo gotûbêjkirina tawanên nû yên “belavkirina propaganda li dijî Komara Îslamî” bicive.

Derbarê vê yekê de ji aliyê rayedarên Îranê ve ti daxuyanî nehatiye belavkirin.

Nergîz Muhemedî yek ji wan kesên tevlî serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ bibû û niha li girtîgeha Evîn ya Îranê tê girtin. Çalakvana mafên mirovan Nergiz Muhemedî ya li girtîgeha Evînê ya Îranê girtî ye, ji ber têkoşîna xwe ya li dijî pêkanînên desthilatdarên Îranê yên li dijî jinan û têkoşîna wê ya ji bo pêşxistina mafên mirovan, sala borî xelata Nobelê ya aştiyê girt.