Helbestvan û romannivîs Kolêt Xorî koça dawî kir

Bi koça dawî ya Kolêt Xorî, wêjeya Sûrî yek ji pêşengên xwe winda dike ku ew wêjevan bi dehsalan beşdarî geşedana romana jinan bû û qada çandî dewlemend kir.

Navenda Nûçeyan – Helbestvan û romannûsa sûriyeyî Kolêt Xorî îro di 95 saliya xwe de li Şamê jiyana xwe ji dest da.

Kolêt Xorî ku neviya serokwezîrê berê yê Sûriyeyê Farês Xorî ye, yek ji pêşengên romana nûjen a li Sûriyeyê ye û bi zimanên Erebî, Fransî û Îngilîzî nivîsiye.

Di temenek biçûk de dest bi nivîsandinê kir

Kolêt Xorî di temenekî biçûk de dest bi nivîsandina gotaran kiribû. Nivîsa wê ya yekemîn a bi navê ‘20 Sal’ di sala 1957'an de hat weşandin.

Kolêt Xorî gelek berhemên wêjeyî li pey xwe hişt

Di nav berhemên wê yên girîng de ‘Dîmeşq malan min a mezin’, ‘Vexwendinek bo Quneytrayê’ û ‘Havîn Derbas Bûye’, ji bilî nivîsên wê yên li ser jiyana bapîrê xwe ‘Di kaxezên Farês El-Xorî’ de hene. Wê bi berhevokên wekî ‘Jin’, ‘Çîrokên min yên kurt dirêj in’ û rêzefîlma ‘Tiliyên min dê bi rojê bikevin’ a ku di sala 1962’an de hatiye weşandin, mohra xwe li cureya çîrokên kurt jî hişt.