Navenda Medya Civakî ya li Xezayê her cûre tundiya li ser jinê şermezar kir
Navenda Medya Civakî ya li Xezayê bi hevkariya saziyên Amal Alliance, li dijî kuştin û sucên li hemberî jinê bi armanca şermezarkirina saziyên fermî nobeta şevê girtin û bêdengiya saziyan şermezar kirin.
NAGHAM KARAJEH
Xeza – Navenda Medya Civakî bêdengiya li welatên Ereban û Filistinê ya li hemberî tundiya li ser jinê û kuştinan jinan şermezar kir û ji bo têkoşîna li dijî tundiyê tevî saziyên koalîsyona Amalê beşdarî nobeta şevê bû.
“Zêdebûna qetlîamên jinan, paşveçûna çandî destnîşan dike”
Di nobeta ku duho hat girtin de Dîrektora Navenda Medya Civakî Andaleeb Adwan ji ajansa me re wiha axifî: “Em kuştinên jinan ên bi taybetî di demên dawiyê de li welatên ereban her ku diçe zêdetir dibe şermezar dikin. Li hemberî zêdebûna qetilkirina jinan, nebûna zagon û şêgiriyan jî şermezar dikin.”
Fadya Abdullah a yek ji beşdarvanên standê bal kişand li ser zêdebûna qetilkirina jinan û wiha pê de çû: “Li welatên ereban û Filistinê di rêjeya qetilkirina jinan de zêdebûna ku tê jiyîn, di qada siyasî, çandî û civakî de paşketinên ku tên jiyîn destnîşan dike.”