Nerges Mihemedî: Daxwaza gel rûxandina rejîmê ye

Çalakvan Nerges Mihemedî di nameya xwe de daxwaza piştevaniya taybet ji jinên çalakvanên li Îranê kir û tekezî li ser rola wan ya giring a di pêkanîna demokrasiyê de kir.

Navenda Nûçeyan - Çalakvana mafên mirovan Nerges Mihemedî ku li girtîgeha Êvînê tê girtin, nameyek ji Yekîtiya Ewropayê re şand û tê de rûxandina rejîmê weke îrade û daxwaza gelê Îranê bi nav kir.

Çalakvana mafên mirovan Nerges Mihemedî di pêyama ku ji Serokatî û nûnerên Parlamentoya Ewropayê yên li Brukselê re şandiye de, wiha got: “Di dema derbasbûna ji sîstema Komara Îslamî de, em dixwazin bigihin sîstemeke ku tê de mafên mirovan bi cih werin anîn. Em hêvî dikin ku bi têkoşîna li dijî zilmê, em dikarin rojekê ji bo aştiya cîhanê bibin yek. Di dema girtina her biryarekê de pêwîst e nêzîkatiya pêkanîna zexta herî zêde li ser rejîmê ji bo bidestxistin û bihêzkirina civaka sivîl û garantîkirina mafên mirovan were berçavgirtin.”

Avakirina pergalekê demokratîk

Nerges Mihemedî di pêyama xwe de bal kişand li ser avakirina pergalekê demokratîk û domand: “Ji bo ku sîstemek li ser bingeha demokrasiyê bê avakirin, pêdiviya civakê bi saziyên mafên mirovan ên sivîl ên serbixwe heye. Çalakiya sivîl a çalakvanên tevgerên civakî girîng û bibandor e.”

Di dawiya pêyama xwe de Nerges Mihemedî bang li çalakvanên jin ên Îranî kir ku ji bo pêkanîna demokrasiyê têkoşîna xwe bidomînin û wiha got: “Beriya 29 salan dema ez ketim zanîngehê, min di 12 saziyên sivîl de di warê xebatên xwendekar, jin û mafên mirovan ên civaka sivîl de xebitîm. Ji ber xebata xwe ya sivîl heta niha 13 caran hatim girtin û li pênc dadgehan bi 34 sal zîndan û 154 qamçiyan hatim cezakirin.”