Kongra Yekîtiya Odeya Bazirganî ya Bakûr û Rojhilatê Sûriyê hat lidarxistin

Kongra Damezrandina Yekîtiya Odeya Bazirganiyê yên Bakûr û Rojhilatê Sûriyê bi dirûşma "Em ê bi Şoreşa Hişmendiyê Civaka Demokratîk û Aboriya Civakî ava bikin" li Hesekê hat lidarxistin.

Hesekê -  Kongra Damezrandina Yekîtiya Odeya Bazirganiyê ya Bakûr û Rojhilatê Sûriyê li Hola Serdem a taxa Mişêrfê ya bajarê Hesekê bi dirûşma "Emê bi Şoreşa Hişmendiyê Civaka Demokratîk û Aboriya Civakî ava bikin" hat li dar xistin. Di kongrê de 200 delege ji Odeya Bazirganî, Desteya Aborî û nûnerên saziyên Civaka sivîl amade bûn.

Piştî deqeyek rêzgirtinê Hevserokê Tevgera Civaka Demokratîk Xerîb Hiso axivî û got: "Şerê ku niha tê meşandin şerekî li gorî berjewendiyên siyasî û Aborî ye. Ji bo wê şer li tevahî Rojhilata Navîn berfireh bû. Ji ber rêveberiya xweser di riya porojeya netewa demokratîk de hemû pirsgirêkên civakî çareser dike, hêzên deshilat fermî napejirîne. Siyaseta ku tê meşandin perçekirina Kurdistanê armanc dike ev siyaset jî beriya sed salî tê meşandin. Êrîşên ku niha li Bakur û Rojhilatê Suriyê tê meşandin hemû ji ber çavê wan li zengîniya vê xakê ye. Bazirganî jî pêdivî heye bi exlaq bê kirin, pêwiste ev kar ji bo xizmeta civakê were meşandin ne bandorek neyî bike û li gorî berjewendiyên kesayetan were meşamdin. Armanca me avakirina aboriyek civaki ye.”

Bi navê Desteya Aborî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî Ednan Îbrahîm got: "11 salin êrîş hene, di vê demê de gel gavên dîrokî avêtin û li gorî jiyana komînal aboriya xwe xurt kirin. Divê ev kongre bibe bersiv û çareseriya pirsgirêkên aborî. Pêwiste em aboriya xwe li gorî jiyana komînal geş bikin da ku dorpêça ku li ser me tê meşandin bandor li civaka me neke."

Hevseroka Yekîtiya Odeya Bazirganî a Bakûr û rojhilatê Sûriyê Leyla Ibrahîm jî tekez kir ku Xebatê Aborî bi keda jinê pêşdikeve û got: “Di Odeya Bazirganiyê de jinan rolek pir girîng list. Jin ji bo xizmeta civakê aboriyê pêş dixe, dûrî hişmendiya berjewndiyên kesayetan. Xizmeta civakê ji bo me pir girînge, em bi îradeya civakê hene lewma xizmeta civakê yek ji pilanên me yê bingehîn e.”

Piştî axaftinan rapora salane ji aliyê Yekîtiya Odeya Bazirganî Leyla Ibrahîm ve hate xwendin, paşê jî li ser pirsgirêkên Aboriyê û rêyên çareseriyê nîqaşên berfireh hatin kirin.