Navenda Karên Jinan di nava şerê li Xezayê de dixebite

Li Zîvala Xezayê ku êrişên Îsraîlê lê berdewam dikin Navenda Karên Jinan bi 8 jinên profesyonel re di nava şert û mercên herî giran ên şer de xebatên xwe dide meşandin. Etemad Kamel Washah got: “Ger em niha nexebitin em ê kengê bixebitin.”

NAGHAM KARAJEH

Xeza- Navenda Karên Jinan ji bo jin û zarokên ku li Zîvala Xezayê di bin dorpêçê de ne û bi rewşên trajîk re rû bi rû dimînin, bûye hêviyek. Navend tevî kêmaniya derfet û çavkaniyan, ji bo ku piştevaniya derûnî bide jinan xebatan dide meşandin. 

‘Navend hewl dide êşên jinan kêm bike’

Koordînatora Projeyan a Navenda Karên jinan Etemad Kamel Washah wiha got: “Îsraîl bêyî ku cudakariyê li ser mirovan bike bombebarana xwe berdewam dike. Tevî êrişên dijwar jî xebatkarên navendê xebatên xwe berdewam dikin. Em hewl didin xizmata mirovî û pêwîstiyên lezgîn ên bi hezaran jin û zarokên keç li Xezayê pêk bînin. Navend di qadên psîkolojîk û civakî de bi ser ket û tîmek ku ji 8 jinên pispor pêk tê ava kir. Pisporan ji bo pêkanîna alîkariyê xwe gihîştandin hejmara herî zêde ya jin û zarokên keç. Jinên pispor di heman demê de hewl dide êşên jinên ku ji pêdiviyên jiyanê bêpar mane kêm bike.”

Etemad Kamel Washah diyar kir ku tevî hemû hewldanan rû bi rûyî zehmetiyên ku jiyana rojane zêde bûne tên û wiha domand: “Yek ji zehmetiyên herî mezin, rewşa ji nişkave ji cihê xwe bûnê ye. Ji ber vê yekê em neçar man di şertên bi xeter de tevbigerin. Mînak ji pisporan Mona Abuu Alba ji ber êrişan malbata xwe winda kir. Tenê piştî du hefteyan dema ku malbata xwe winda kir ji bo berdewakirina pêkanîna alîkariyên mirovî ji bo jinên ji cihên xwe bûne careke din vegeriya karê xwe. Ev biryardarî, îradeya ku neyê şikandin û tevî hemû zehmetiyan azweriya nayê şikandin nîşan dide.”

 ‘Tevî hemû metirsiyan xebatên xwe didomînin’

Etemad Kamel Washah anî ziman ku xetera herî mezin xebatên di navbera navendên cuda yên bicihbûnê tên meşandin e û wiha got: “Ji ber dema em li ser erk in dibe ku em ji nişkave rastî bombebaranê werin. Tevî van hemû metirsiyan em xebatên xwe berdewam dikin. Jin rû bi rûyî şert û mercên herî zehmet dimînin û ger em niha nexebitin em ê kengê bixebitin? Pisporên jin ji bo jinên ji şer bi bandor bûne piştevaniya psîkolojîk û civakî pêk tînin, di heman demê de balê dide ser kêmkirina êş û pêşxistina têkiliyên malbatê.”

‘Navend hedef dike alîkariya psîkolojîk bide jinan’

 Etemad Kamel Washah da zanîn ku di rewşa xirabûna aboriyê de pêdiviyên jiyanê yên bingehîn av, xwarin, kehrebe di asteke cidî de nayê dabînkirin û got: “Navenda me bi taybetî di piştgirîdana jin û zarokên keç ên ku ji cihên xwe bûne li navendên bicihbûnê yên herêmên Bakur bi cih bûne rû bi rûyî bombebaran û pirsgirêkên çavkaniyê dijîn roleke girîng dilîze. Psîkolog û pisporên xizmeta civakê  piştevaniya psîkolojîk û civakî didin jin û zarokên keç. Ev xizmet di heman demê de bi awayê rûniştinên kesî û komî çêdibin. Navend hedef dike ku alîkariya başkirina psîkolojiya jinên ji cihên xwe bûne bike.”

‘Çi ji destên me tê em dikin’

Etemad Kamel Washah got ku ‘çenteyên rûmetê’ ku di nav wan de pêdiviyên bingehîn ên şexsî yên jin û zarokên keç tê de hene belav kirine û wiha got: “Di heman demê de ji bo jin bikaribin pêwîstiyên xwe yên lezgîn pêk bînin rasterast alîkariya pere tê dayîn. Ji bo em çarçoveya xebatên xwe berfireh bikin û xwegihandina komên hedef, çi ji destên me hat me kir. Jinên li Xezayê her dem pêwîstiya wan a lezgîn bi şopandin û piştevaniyê heye. Di qadên bicihbûnê de ji bo jin û zarokên keç kêmaniya ewlehî û mahremiyetê jî tê jiyîn. Ji ava paqij û ji pêdiviyên giştî yên bingehîn bêpar dijîn.”

‘Divê piştevaniya pêwîst bê kirin’

Etemad Kamel Washah bal kişand ku ji ber şert û mercên zehmet û zextan, bûyerên tundiyê jî zêde bûne û got: “Ji ber kaos û nebûna sîstema darazê, jin di xwegihandina piştevaniya hiqûqî de zoriyan dikşînin. Di heman demê de dibe ku pirsgirêkên mafên jinan jî bikeve rojevê. Ji nedîtîve hatin û îhmal kirin li hemberî jin û zarokên keç bê edaletî û tundiya cudakariyê zêde dike. Ji bo navend rola jiyanî pêk bîne divê civaka navneteweyî û civaka xwecihî piştevaniya pêwîst bide. Bi taybetî li herêmên ku herî zêde jin jê bi bandor bûne ji bo piştevaniya pêwîst were pêkanîn pêwîstî bi çavkaniyên pêwîst heye. Li hemberî şerê ku berdewam dike ji bo başkirina şertên jiyana jinan, ji bo pêkanîna piştevaniya psîkolojîk û civakî, hewldanên hevkar dikarin encam bidin.”

‘Divê şer bidawî bibe’

Etemad Kamel Washah di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku divê şerê li Zîvala Xezayê ji demek ji ya din zûtir bi dawî bibe û got: “Ger şer bi dawî bibe, weke navend li hemberî komên hedef, di çarçoveyek berfirehtir de, em ê bikaribin xizmetê bidin. Ji bo jinan ji qadên bi tundî dûr bixin û ji bo pêkanîna piştevaniya psîkolojîk û civakî em ê alîkarî û xizmetên mirovî yên ku pêwistiya jinan pê heye berdewam bikin. Em weke jinên li Zîvala Xezayê ranawestin, em ê di her şertî de xebatên xwe berdewam bikin.”