Navê birîndar û kesên di şewatê de jiyana xwe ji dest dane hatin eşkerekirin

Navê welatiyên di şewata ku bi şev li navçeyên Şemrex a Mêrdînê û navçeya Çinarê ya Amedê derket de birîndar bûn û jiyana xwe ji dest dan hatin eşkerekirin.

Navenda Nûçeyan – Di şewata ku bi şev di navbera navçeya Şemrex a Mêrdînê (Mazidagi) û navçeya Amed Çinarê de derket de 6 kesan jiyana xwe ji dest dan û bi dehan welatî jî birîndar bûn.

Sendîkaya Kedkarên Tenduristî û Xizmetên Civakî (SES) Şaxa Amedê, agahiyên ku der barê şewatê de bi çapemeniyê re parve kir. Di daxuyaniyê de der barê rewşa hin welatiyên li taxên Herbere (Yaz Çiçegi), Tobînî (Koksalan), Şorşîp (Meydan Koy), Qerxeta (Duzova) û Şemrex a Kelekê (Yucebag) ên Çinarê de agahî hatin girtin.

Navê welatiyên ku di encama şewatê de jiyana xwe ji dest dane û birîndar bûne wiha ne:

Kelekê

Birîndar: Talîha Demîr (bi giranî birîndar bû), Fadil Demîr (bi giranî birîndar bû), Hogir Demîr (bi giranî birîndar bû), Remzî Yilmaz (bi giranî birîndar bû), Sînan Devîren (bi giranî birîndar bû), Azad Yilmaz (bi giranî birîndar bû), Nûrî Demîr (bi giranî birîndar bû), Abdulrezak Demîr (bi giranî birîndar bû).

Kesên jiyana xwe ji dest dane: Hasan Demîr, Resûl Yilmaz, Şeyhmus Demîr û Mezher Demîr.

Herbere

Birîndar: Kerîme Erdemlî (bi giranî birîndar bû), Zekiye Erdemlî (bi giranî birîndar bû).

Kesên jiyana xwe ji dest dane: Îsmaîl Yardimci.

Tobînî

Birîndar: Ubeydullah Bugdayci (bi giranî birîndar bû), 10 birîndarên navên wan nehat zanîn (rewşa wan ne diyar e).

Kesên jiyana xwe ji dest dane: Abdurrahman Bugdayci.

Şorşîp

Birîndar: Mahsum Tunç

Qerxeta

Kesên sivik birîndar hene.

Di daxuyaniya Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca de hat diyarkirin ku di encama şewatê de 10 jê giran 44 birîndar hene û 5 kesan jiyana xwe ji dest dane.