Nasnameya kesên li Bendava Tişrînê hatin qetilkirin aşkere bû

Rêveberiya Xweser a Kantona Cizîrê ku têkildarî qetliamên sivîlan ên ji aliyê dewleta Tirk ve pêk hat daxuyanî da, bang li saziyên navnetewî kir ku bikevin nava tevgerê û nasaneya kesên li bendava Tiştinê hatin qetilkirin aşkere kir.

Navenda Nûçeyan – Dewleta Tirk duh careke din şêniyên ku li bendava Tişrînê erka nobedariyê dikirin bombebaran kir. Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Cizîrê têkildarî êrişan daxuyaniyek da. Daxuyanî bi zimanê erebî ji aliyê hevseroka Meclisa Gelan a Kantona Cizîrê Arya Mela Ehmed û bi zimanê kurdî ji aliyê hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Cizîrê Hesen Şero ve li ber avahiya meclîsê ya li bajarê Amûdê hate xwendin.

'Divê sûcên şer werin rawestandin'

Di daxuyaniyê de bal hat kişandian ser sûcên şer ên dewleta Tirk û wiha hate gotin: “Dewleta Tirk a dagirker û bêbext û çeteyên xwe careke din bi balafirên bêmirov û yên şer komkujiyên di asta sûcên şer de pêk tînin. Ji berî çend rojan de, kombûnên sivîlên ku berê xwe dabûn bendava Tişrînê da ku piştgiriyê bidin zarokên xwe yên di nava Hêzên Sûriya Demokratîk de, bombebaran dikin. Tişta ku dewleta Tirk îro li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi taybet li bendava Tişrînê, Pira Qereqozaqê û êrişên ser sivîlan, dike li gor qanûnên navneteweyî sûcên şer in. Em wekî Rêveberiya Xweser a Kantona Cizîrê, sûc û êrişên rasterast ên li dijî gelê me, şermezar dikin. "

Di daxuyaniyê de bang li Neteweyên Yekbûyî, hêz û rêxistinên navneteweyî hate kirin ku "qanûnên xwe yên ji hêla dagirkeriya Tirkiyê ve tên binpêkirin, biparêzin û bi cîh bînin. Divê civaka navneteweyî bi lez têkeve tevgerê û van sûcan rawestîne.”

Navê kesên hatin qetilkirin hat eşkerekirin

Li aliyê din Navê kesên di êrişa dûh a dewleat Tirk li ser Bendava Tişrînê hhatin qetilkirin hate eşkere kirin.piştî êrişa yekem gelê ku ji bo birîndaran rizgar bikin carek din hatin hedefgirtin. Di êrişan de 5 kes hatin qetilkirin, 21 kes jî birîndar bûn. Meclisa Malbatên Şehîdan a Bajarê Qamişloyê di daxuyaniya li ser malpera xweya medyaya dijîtal parvekirî de nasnemay kesên li Bendava Tişrinê hatin qetilkirin parve kir.

Navên kesên hatin qetilkirin wiha ye: Ekrem Rixo, Kêfo Osman, Menîce Heyder, Mizefer Mihemed û Ebdulqadir Îbrahîm.