Li Helebê jin têkîdarî rola jinan a di pêşeroja Sûriyeyê de şêwirîn

Di civîna şêwrê ya li bajarê Helebê hat lidarxistin de, bal hat kişandin ku divê behremendî û potansiyela jinan were pejirandin.

Heleb – Meclisa Jinan a Sûriyeyê, di çarçoveya xebatên ku ji bo jinan bîne ba hev, mafên wan biparêze bikaribin ji pêdiviyên demê re bibin bersiv, li bajarê Helebê li eywana Lûso civîneke şêwrê li dar xist.

Meclisa Jinan a Sûriyeyê, roja 18’ê Çileyê, bi sernavê "Di pêvajoya li pêş de rola jinan” civînek li dar xist. Jinên serbixwe, ji komele û organîzasyonan jin, nivîskar, bijîk, mamoste û ji beşên cuda nêzî 70 jin tevli civînê bûn.

Civîna şêwrê, bi axaftina xêrhantinê ya ji berdevka Ofîsa Helebê ya Meclisa Sûriyeya Demokratîk Heyfa Hasan û xwendina reziknameya Meclisa Jinan a Sûriyeyê û belavoka ku piştî ketina Esed hatibû xwendin, dest pê kir.

Ji bo yekitiya jinan civînên şêwrê girîng in

Heyfa Hasan, bal kişand ku vê civînê ji bo yekitiya jinan û bihêzkirina vîzyona jinên Sûriyeyê girîng e. Di civînê de hat diyarkirin ku jin xwedî wê hêzê ne, dikarin pêşeroja welat baştir bikin û rola wan bi adet û kevneşopiyan nayê bi sînorkirin.

Endama Ofîsa Têkiliyan a Meclisa Jinan a Sûriyeyê, Riham Muhammed, bal kişand ku ji bo jin astengiyên li pêşiya xwe rakin divê piştgiriyê bigrin û behsa têkoşîna jinan a bi salan e didome û şopa ku hiştine hat kirin.

Di makezagona nû ya Sûriyeyê de divê jin hebin

Jinên ku tevli civînê bûn, diyar kirin ku di amadekirina makezagona nû de divê jin hebin û di hemû waran de rola wan mezin be. Her wiha hat gotin ku ji bo feraseta ku maf û rola jinan înkar dike were guhertin, di vê pêvajoyê de semînerên ji bo şiyariyê û konferans zêdetir werin lidarxistin.

Civîna şêwrê, bi belavokek ku çend xalên girîng û pêşniyar tê de hebûn bi dawî bû. Di nava pêşniyaran de; cihgirtina jinan di navendên biryaran de, di medyayê de rastkirina îmaja jinan, zêdekirina semînerên ji bo şiyarî û atolyeyan, derketina dagirkeran ji axa Sûriyeyê û di warê perwerdeyê de bihêzkirina jinan cih girtin.