‘Namûs di parastina axê de ye ne di bedena jinê de’
Jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dijî qetilkirina du zarokên keç a li kantona Minbicê bi hinceta 'namûsê', nerazîbûna xwe bi gotinên “namûs ne di bedena jinan de ye di parastina ax û welat de ye” nîşan dan.

SÎLVA EL-IBRAHÎM
Reqa – Du zarokên keç ên ku ji aliyê çeteyên dewleta Tirk ve li Minbicê hatin revandin, piştî ku hatin berdan ji aliyê malbatên xwe ve hatin qetilkirin. Ji ber bûyera qetilkirina keçikên li Minbica dagirkirî, jin bi hêrs in. Jinên ji herêmên cuda yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, daxwaz kirin ku berpirsyar bên cezakirin û çete ji xaka wan werin derxistin.
'Jin dikarin bi perwerdê xwe ji komkujiyan xilas bikin'
Asya Hisên ku ji koçberên Serêkaniyê ya dagirkirî ye diyar kir ku jin bi sekn û rêxistinbûna xwe li dijî kiryaran li ber xwe didin û wiha got: “Rastiya jinan û berxwedana wan a li hemberî binpêkirinan, bi asta hişmendî û perwerda wan ve girêdayî ye. Jinên Şengalê yên di sala 2014’an de ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve rastî komkujiyan hatin, mînaka vê yekê ne. Lê belê piştî komkujiyê bi perwerde û hişyariyê rewşa wan guherî. Jinên Elewî jî dema ku xwe ji perwerdeyê bêpar bûn rastê kiryaran hatin. Lê jinên bajarê Serêkaniyê ji ber ku xwedî bingeheke baş a perwerdê bûn, xwe ji komkujiyan parastin.”
'Namûs ax û welat e'
Piştî ku bajarê Serêkaniyê di sala 2019'an de ji aliyê çeteyên dewleta Tirk ve hat dagirkirin, Asya Hisên neçar ma bi malbata xwe re koçî kantona Minbicê bibe. Asya ku piştî ku Minbic jî hat dagirkirin, berê xwe daye Reqayê, wiha got: “Ez 6 salan bi gelê Minbicê re di nava xebat û lêgerînê de bûm. Me rastiya jinan û cewhera wan dît. Jinên Minbicê yên ku di perwerdeyan de li azadiyê digeriyan, kiryarên dagirkeriyê li ser xwe qebûl nekirin. Lê mixabin jinên ku ji perwerdê dihatin dûrxistin, îro bi mirin û qetilkirinê re rûbirû dimînin. Li şûna ku malbat doza revandina zarokên xwe ji aliyê çeteyan ve ji cîhanê re eşkere bikin, wan bi hinceta namûsê qetil dikin. Namûs parastina axê ye, ne bedena jinan e."
'Jin daxwaza Rêveberiya Xweser dikin'
Asya da zanîn ku beriya Minbic bê dagirkirin 55 saziyên wê hebûne, Minbicê bi rêve birine û ji sedî 50’yê kesên di nava van saziyan de, jin bûne. Asya destnîşan kir ku jinên Minbicê tevî ku di xizmeta civaka xwe û birêvebirina karûbarên wê de pêşeng bûne jî, niha rastî bêdadî, kuştin, revandin û binpêkirinan tên û wiha got: “Jinên Minbicê ji bo bidawîkirina kabûsa ku li ser jiyana wan didome, daxwaza vegera Rêveberiya Xweser dikin. Banga jinên Minbicê tenê bi peymanên di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk û rêveberiya demkî de pêk tê."
'Kiryar cuda ne lê dagirkirî yek e'
Asye Hisên eşkere kir ku kiryarên li Serêkanî, Girê Spî, Efrîn û Minbicê pêk tên ji aliyê dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê ve tên kirin û ev agahî dan: “Binpêkirinên li Minbicê, ji herêmên din ên dagirkirî cudatir nîne. Ji ber ku dagirkerî heman tişt e û feraseta hovane li hemû qadan serdest e. Zindanên Efrînê yên dagirkirî tijî jinên revandî ne û îro jinên Minbicê dîl tên girtin. Ligel wê, belavkirina madeyên hişbir û sûcên li dijî hemû pêkhateyên civakê jî didomin."
'Jinên ciwan bingehên civakê ne loma tên hedefgirtin'
Hevseroka Tevgera Ciwanên Şoreşger Latîfa El-Hesen jî ragihand ku ji destpêka roja ku Minbic ji aliyê çeteyên dewleta Tirk ve hatiye dagirkirin heta niha, gel bi kiryar û binpêkirinên hovane re rûbirû dimînin û wiha got: “Ew bi qetilkirin, revandin, dizî û wêrankirinê re rûbirû dijîn. Herî zêde jin rastî van kiryaran tên. Herî dawî jî bûyera qetilkirina her du zarokên keç ji aliyê malbatên wan ve qewimî. Zarokên ku ji aliyê çeteyan ve hatin revandin piştî ku hatin berdan ji aliyê malbatên xwe ve hatin kuştin. Jinên ciwan bingeha avakirina civakeke azad in. Ji ber vê yekê tên hedefgirtin. Em bang li jinan dikin ku hêzên xwe bighînin hev û piştgiriya hev bikin da ku li dijî van tawanan rabin. Her wiha banga me ji rêxistinên mafên mirovan re ew e ku zagonên ji bo parastina mafên jinan, bikin meriyetê."
'Divê jin dengê xwe li dijî kiryaran bilind bikin'
Xwendekara beşa hiqûqê Mûna El-Ehmed jî bûyera qetilkirina herdu zarokên keç a bi hinceta 'namûsê' şermezar kir û ev bûyer wiha pênase kir: "Vê bûyera derehlaqî û derzagonî bi navê namûsê hat kirin. Tenê ji bo ku rastiyan û bûyerên diqewimin veşêrin, jinan bi hincetên namûsê qetil dikin. Girîng e ku jin dengê xwe li dijî kiryarên li ser wan tên meşandin, bilind bikin. Jin bi armanca şikandina îradeya wan û tunekirinê dibin hedef û tên qetilkirin. Bi van bûyer û sûcên ku tên kirin, dê nikaribin îradeya me bişkînin. Em ê berxwedana xwe bilind bikin da ku bikaribin wekheviyê pêk bînin û ji koletiyê azad bibin."