TAJÊ: Tundiya li ser jinan qirkirina civakê ye

TAJÊ bi dirûşma ‘Tundiya li ser jinan qirkirina civakê ye’ starta çalakiyên xwe yên 25’ê Mijdarê da û diyar kir ku ew ê bi felsefeya Jin Jiyan Azadî têkoşînê bilind bikin û nehêlin careke din bi tu awayî fermanên nû werin jiyîn.

Şengal – Tevgera Azadiya Jinên Êzidî bi dirûşma ‘Tundiya li ser jinan qirkirina civakê ye’ starta çalakiyên xwe yên 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinan ragihand.

TAJÊ di daxuyaniya xwe de di şexsê hersê xwişkên Mîrabel de hemû jînên di têkoşînê de şehîd bûne bi bîr anî û wiha hat gotin: “Weke Tevgera Azadiya Jinên Êzidî di salvegera 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan, em di şexsê hersê xwişkên Mîrabel de şehîd Sara, şehîd Saliha, şehîd Pelîn, şehîd Nazê, Jîna Emînî, Hevrîn Xelef, Nagihan Akarsel û hemû şehîdên azadiyê ku bi canê xwe riya jiyana azad ji jinan û hemû civakan re vekirin û têkoşiyan, bi hurmet bi bîr tînin û dubare soz didin ku em ê têkoşîna azadiyê bi civaka aştî û demokratîk tacîdar bikin.

Mîmarê civaka aştî û demokratîk Rêber Apo sedsala 21’emîn weke sedsala azadiya jinan, jinan jî weke pêşengên vê sedsalê pênase kir. Di vê sedsalê de jinan bi têkoşîna xwe bedêlên mezin dan û di encama van beedelên mezin de jî destkeftiyên girîng bi dest xistin. Pergala desthilatdariya mêr-dewletê  ku ji ber destkeftiyên jinan li pêşberî xwe weke astengiyek mezin dibîne, tundiya li ser jinan her roj bi dijwarî didomîne. Hemû cureyên tundiyê li hemberî jinan veguherîne parçeyeke jiyanê. Tacîz, tecawiz, lêdan, komkujî her roj zêde dibin û bedêlên şerên ku li cîhanê tên meşandin jin didin. Şerê Sêyemîn ê Cîhanê ji milek ve jî weke şerê li hemberî jinan tê meşandin. Li Fîlîstinê jin dibin hedef, li Afganistan, Îran û Sûriyeyê jî jin bi rêbazên cuda ji hemû qadên jiyanê tên dûrxistin.”

Şerên ku li ser bedena jin tên meşandin

Di daxuyaniya xwe de TAJÊ destnîşan kir ku rojane şer li ser bedena jinan tê meşandin, zewacên di temenê biçûk de ji hêla dewletê ve bi qanûnan tê rewakirin û ev nirxandin kir: “Bi tu awayî hesab ji kesên ku jinan qetil dikin nayê pirsîn berevajî vê yekê kujer tên parastin heta tên xelatkirin. Desthilatdariyên mêr-dewletê hem bi vî awayî qetilkirina jinan rewa dikin hem jî dixwazin emrê pergala xwe dirêj bikin. Weke civaka Êzidî fermana 3’yê Tebaxa 2014’an di serî de li ser jinan li hemberî civaka me, qirkirinek bû. Komkujiya ku di dîroka mirovahiyê de kêm tê dîtin, li pêş çavên hemû cîhanê pêk hat. Jin bi saxî di qefesan de hatin şewitandin û li sûkan hatin firotin. Hê jî bi hezaran jinên Êzidî ku ji ax, çand û baweriya xwe hatine qutkirin, di bin esaretê de ne û rastî her cure tundiyê tên. Komkujî bi awayekî vekirî pêk hat lê tevî vê yekê jî kesên ku hovîtiyê krin hatin veşartin, parastin û hesab ji wan nehat pirsîn.”

‘Em ji Rêber Apo fêrî têkoşîn û xweparastinê bûn’

TAJÊ diyar kir ku ew ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û gerîlayên azadiyê fêrî têkoşîn, xweparastinê bûne û wiha domand: “Weke jinên Êzidî me felsefeya Rêber Apo nas kir û pê re jî me xwe nas kir. Me birînên fermanê bi rêxistinbûna xwe kewand. Em fêr bûn ku têkoşîna herî baş a li dijî tundiyê xwenaskirin, rêxistinbûn û têkoşîn e. Rojane me têkoşîna vê da meşandin û em hê jî dimeşînin. Hêviya me ya têkoşînê, îradeya me xurtir kir. Em ê bi vê zanebûnê hesab ji kesên ku bûne sedema fermanê bipirsin û pêşiya tundiyê bigrin. Em ê bi felsefeya Jin-Jiyan-Azadî têkoşînê bilind bikin, jiyana komunal xurtir birêxistin bikin û em ê careke din bi tu awayî nehêlin fermanên nû werin jiyîn.

‘Li dijî kuştinê avakirina têgihîştina xweparastinê’

Di daxuyaniyê de TAJÊ bal kişand ser pêngava ‘Xwe nekuje, her xwexuştin fermanek e’ ku di 30’yê Cotmehê de li dijî xwekuştina jin û ciwanan ragihandibû, daxuyaniya xwe wiha bi dawî kir: “Ev pêngav me li ser esasê li dijî her cure tundiyê û têgihîştina xweparastinê da destpêkirin. Em ê bi vî ruhê roja 25’ê Mijdarê pêşwazî bikin û bi dirûşma ‘Tundiya li ser jinan, qirkirina civakê ye’ çalakiyên xwe li dar bixin. Di vê çarçoveyê de dê semîner werin dayîn, dewreyên perwerdeyê ji bo mêran her wiha dê meş werin lidarxistin.