Nameya Zeyneb Celaliyan bi boneya 8’ê Adarê

Girtiya Kurd a siyasî Zeyneb Celaliyan bi nameyekê 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê li hemû jinan pîroz kir û îşkenceya di girtîgehê de dîtî bi rêya nameyê par kiriye.

Navenda Nûçeyan - Girtiya Kurd a siyasî Zeyneb Celaliyan a 15 salin di girtîgehên Îranê de tê girtin bi nameyekê 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê li hemû jinan pîroz kir. Zeyneb Celaliyan di nameya xwe de êşkenceya ku li Girtîgeha Îstîxbarata Sepah a Kirmaşanê dîtî eşkere kir.

Zeyneb Celaliyan di despêka nameya xwe de 8’ê Adarê li hemû jinan pîroz kir û wiha domand: “Bi dil û can 8’ê Adarê li dayika xwe, jinên li hêviya hezkiriyên xwe û hemû jinên cîhanê pîroz dikim. Dema em li dîrokê dinêrin, dibînin ku jinên azadîxwaz her tim li dijî rejîmên dîktator şer kirine û van jinên leheng jî bi xwîna xwe 8’ê Adarê di dîrokê de tomar kirine. Ey zalim, hûn temaşe dikin, ma hûn nabînin bi komkujî, êşkence û zindankirina me jinan nikarin daxwazên me rawestînin. Dema ku jin bi azadiyê hesyabe û bi rêwîtiya wê de çube tu zordarî nikare wê ji rêya ku daye pêşiya xwe vegerîne.

“Ji ber îşkencê êdî min hîs bi tiştekê nedikir”

Zeyneb Celaliyan di nameya xwe de îşkenceya dîtî wiha aniye ziman: “Dema ku di destê zordarên Komara Îslamî de bûm, ez bi vê yekê hesiyam. Cilên min li ser laşê min çirandin, çavên min girtin, dest û lingên min bi cihek hesinî ve zincîr kirin û dest bi îşkenceya giran kirin. Bi kabloyê qamçî li bin lingên min xistin, lingên min werimîn û birîn bûn. Ewqas îşkence li min kirin ku êdî min hîs nedikir. Tevahiya laşê min tevizî bû, êdî min nikaribû laşê xwe kontrol bikim, min pantorê xwe şil kiribû. Erê şerm e, lê ez bi xwe ne jî ji bo kesên ku ev karesat bi serê min de anîne, nizanim. Ey wijdanên şiyarbûyî, mafê we ye ku hûn wan gunehbar bikin, ji bilî azadî û wekheviya mirovan tu daxwazek din tuneye û yên ku ji bo berjewendiyên xwe ev qas êşkence li min kirine sûcdar in?! an ez?!.”

“Bi bîr û baweriyê min li hemberî zaliman li ber xwe da”

Zeyneb Celaliyan di nameya xwe de banga li hemberî îşkencerabûnê li her kesê dike û dibêje: “Bi xwe wan gunehbar bikin, ez bi qasî deh sal berê wiha nebûm, hemû ji êşkencê bûye. Dema ku îşkencekaran ez êşandim, tişta ku ji min re mabû, bîr û baweriyên min û hêviya min ji bo jinên têkoşer û paşerojê bû. Heger ez bêjim ku pênûs nikare derdê min binivîsîne ez mezin nakim, ji ber ku min beşek biçuk ji êşkenceya xwe ji we re got. Hêvîdarim di vê roja bi wate de hemû jin bigihin azadiya xwe.”

“Divê em bi keda xwe zaliman ji welatê xwe derbixin”

Zeyneb Celaliyan wiha domandiye: “Carinan ez difikirîm ku ez li kuderê dinyayê me, an jî li ku derê di wextê xwe de asê mam. Ez çiqas hewl bidim jî ez ê rêyek nebînim. Ma ev mafê min e?! Ji bo ku şahidiya darvekirina hemwelatî û xizmên xwe bikim û nefes negirim?! Şer, kîn, durûtî, kuştin û îşkence ev hemû tişt di dema herî asayî de pêk tên û zaliman ji bo her sûcekî xwe sedemek an hincetek heye û ji bo min ya herî bi êş ev e. Ey jinên wêrek û fedakar, gotina ku agir dudil e bêje. Ez mirinê ji tu kesî re, ji zaliman re jî naxwazim. Em bi hev re li dijî zaliman têbikoşin bidin ku em bi keda xwe zaliman ji welatê xwe derbixin. Ji bo ku sibê em ji jinên jiyana xwe ji dest dane şerm nekin. Ji bo azadî û wekheviyê hewceye em bedel bidin.”

“Li hemberî îşkencê zêdetir wêrek û berxwedêr dibim”

Zeyneb Celaliyan wiha nameya xwe dawî dike: “Ez Zeyneb im, Zeyneb Celaliyan; Jineke Kurd ku di girtîgehê de şahidê bi sedan tawanên Komara Îslamî bû û bû şahidê îftîra, heqaret, îşkence û ji hemûyan xerabtir îdamkirina deh hevalên min ên girtî. Ma êşek ji vê mezintir heye?! Ev zalimane tenê ji min dixwazin ku ez poşmaniya xwe bînim ziman. Ma gelo ji dîtina vê zilm û zorê ya min bi çavê xwe dîtî çî heye yan jî çawan poşman bibim? Bawer bikin, her ku zalim zulm û îşkencê li ser min zêde dikin, ez wêrektir û berxwedêrtir dibim.”