Jinên Sîne bi boneya 8’ê Adarê heya jora çiyayê Awyer meşiyan

Jinên Sîne yê bi boneya 8’ê Adarê ji binarê çiyayê Awyer meşiyan heya jora çiya û têkildarî giringiya rojê peyam dan. Jinan di peyamên xwe de bal kişandin ser tundiya ser jinan tê kirin û xwestin kuştinên jinan bên dawî kirin.

HÎMA RAD

Sîne – Bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê, komek jinên bajarê Sîne yê Rojhilatê Kurdistanê bi pêşengiya Komeleya Jinan Jîvanu li Gozakur kombûn û meşiyan. Jin ji binarê çiyayê Awyer heya jora çiya ser Gwêze Kwêre meşiyan. Di meşê de jinan ji bo şiyarkirina civakê li hemberî kuştinên jinan diruşmên weke “Na ji tundiya ser jinan re”, “Jin ne namusa tu kesî ne”, “Mafê wekhev û xebta wekheve” û “Na ji kuştinên jinan re” bilind kirin. Jinên çalakvan destpêkê bi xwendina daxuyaniyê 8'ê Adarê li hemû jinan pîroz kirin. Gelek jinan têkildarî giringiya rojê peyamên girint gan.

Yek ji jinên axaftin kir jî Gina Modarres Gorji bû ev peyam da: “8'ê Adarê weke roja têkoşîna jinan a li dijî newekheviya sîstematîk û cîhana kapîtalîst a ku her tim şîdetê li dijî jinan pêk tîne û jinê biçuk dixe. Em daxwaz dikin ku jin xwedî maf be û dawî li cudahiya zayendî bê.”

 Jinan bê navber siloganên “Jin, jiyan, azadî” berz kirin. Di dawiyê de nêrgiz li hemû jinên beşdarî çalakiyê bûne hatin bevalkirin.