‘Nagîhan Akarsel ji bo azadiya jinan têdikoşiya’

Jinên Başûrê Kurdistanê ku bi salan bi Nagîhan Akarsel re xebat dabûn meşandin, behsa bandora wê ya li ser jinan kirin û gotin, “Nagîhan dixwest zanista Jineolojiyê bigihîjîne hemû kesan û ji bo azadiya jinan têdikoşiya.”

HÊLÎN EHMED

Silêmanî – Rojnamevan, nivîskar û endama Navenda Lêkolînên Jineolojiyê Nagîhan Akarsel, li Başûrê Kurdistanê kar û xebatan ji bo nasandina Jineolojiyê û fikrên azad û têkoşîna jinan di nava jinên başûrê Kurdistanê de dida meşandin.

Nagîhan Akarsel ku bi navê Zîlan dihat nasîn di 4’ê Cotmeha 2022’yan de li taxa Bextiyarî ya bajarê Silêmanî yê Başûrê Kurdistanê, ji aliyê dewleta Tirk ve bi hevkariya sîxuran hat qetilkirin. Nagîhan Akarsel bi gelek jinan re hevdîtin kiribû. Jinên başûrê Kurdistanê ku sê salan li gel Nagîhan Akarsel kar kirin ji fikrên wê bi bandor bûn. Ala Kemal û Kewser Hesên, behsa Nagîhan Akarsel û bandora wê ya li ser jinan kirin.

Parêzvana mafên jinan Ala Kemal diyar kir ku Nagîhan Akarsel ji bo bidestxistina mafên jinan gelek jin perwerde kirine û wiha got: “Armanca Nagîhan Akarsel perwerdekirina jinan li ser bingeha Jineolojiyê bû. Min ji Nagîhan Akarsel perwerde dît û Jineolojiyê fêrî min kir. Di perwerdeyê de em fêr bûn çawa dikarin jinbûnê ji bo parastina neteweya xwe bikin sembol û jinbûna xwe îsbat bikin. Jineolojî ji bo gelek jinan bûye riya xwenasînê. Beriya em perwerde bibînin me nizanibû erk û berpirsyariya jinan di civaka mêrsalarî de çi ye. Em nêzî 15 jinan bûn me li ber destên Nagîhan Akarsel perwerde dît. Her dem ji me re digot jin li her cihê, di siyasetê de û her derê divê ji Jineolojiyê agahdar bin. Hînbûna zanista Jineolojiyê ji şehîd Nagîhan Akarsel me fêrî gihandina peyama Jineolojiyê ji bo tevahî jinên cîhanê kir. Em ê her dem Jineolojiyê bi jinên din bidin fêrkirin.”

‘Nagîhan Akarsel me fêrî nasandina jinan kir’

Ala Kemal da zanîn ku wan soz daye hedefên Nagîhan Akarsel bi cih bînin û li ser riya wê bimeşin û wiha got: “Nagîhan Akarsel her dem bi rûyekî xweş û ji hemû kesên din cudatir ders dida me. Nagîhan Akarsel serdema tarî ya jinan bi me jinan da nasîn. Şehîd Nagîhan her dem ji jinên têkoşer hez dikir. Di perwerdeyê de şehîd Nagîhan ji me re digot Jineolojiyê pêwîstî bi belavkirina zêdetir heye. Heta jin Jineolojiyê nenasin dê nikaribin ji bo daxwaza mafên xwe dengê xwe bilind bikin. Jineolojiyê me ber bi nasandina heqîqeta jinan ve bir. Civaka me fêrî nasandina jinan kir.”

‘Armanca wê hişyarkirina civakê bû’

Çalakvana mafên jinan Kewser Hesen ku Nagîhan Akarsel perwerde daye wê jî wiha got: “Di dema gotina dersê de dizanibû peyamê bigihîjîne me jinan. Tenê ders nedida, her dem bi me re guftûgo dikir, zanista Jineolojiyê li ber me hîn dikir. Beşek ji zana yan mamosteyan, zanyariya ku heye nadin kesên din. Lê belê Nagîhan Akarsel hemû agahiyên heyî dida jinan. Ji bo ku li ser rêbaza Jineolojiyê jiyana jinan berbi heqîqeta jinbûnê ve biçe. Şehîd Nagîhan her dem kesek rûxweş bû. Ji me re digot dema ku hun li gel hevalên xwe yan jî li cihê kar bin dikarin agahiyên Jineolojiyê ji jinên din re vebêjin. Ev helwesta Nagîhanê min gelek kêfxweş dikir. Armanca wê hişyarkirina civakê bû. Dixwest jin di bin bandora pergala mêrsalar de nemînin. Heta dawiyê ne tenê agahiyên Jineolojiyê dida her wiha wê li pey azadbûna jinan canê xwe kir feda.”