‘Arîn Mîrkan riyeke nû ya serkeftinê nîşanî me da’

Sara Xelîl a şahidiya 134 rojên berxwedana Kobanê kiriye, da zanîn ku fermandara fedayî Arîn Mîrkan bi vîn û bedena xwe şer ber bi pêvajoyeke nû ya têkoşîn û serkeftinê ve biriye.

BERÇEM CÛDÎ

Kobanê – 5’ê Cotmehê salvegera 9’emîn a fermandara Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) Arîn Mîrkan e ku yek ji jinên herî bi bandor e di berxwedana Kobanê de. Wê li hemberî êrişan bedena xwe veguherand bombeyek ji agir.

Dildara azadiyê: Arîn Mîrkan

Arîn Mîrkan bi navê rast Dîlara Kinc di sala 1992’an de li gundê Mîrkan ê navçeya Mabetaya kantona Efrînê ji dayik dibe. Arîn Mîrkan ku navê xwe yê malê ji têkoşereke Tevgera Azadiya Kurdistanê girtiye, li ser heman prensîb, çand û zanebûnê mezin dibe. Di 2007’an de bi têgihîştina rastiya jinan û gelê Kurd berê xwe dide têkoşîna azadiyê ku bi dildariyeke mezin hemû taybetmendiyên fermandarî û pêşengiyê di kesayet û hişmendiya xwe de bi pêş dixe. Dîlara Kinc bi vê zanebûnê tevli nava şoreşa jinan a Rojavayê Kurdistanê dibe û di xebatên damezrandina YPJ’ê di 4’ê Nîsana 2013’an de cih digre û weke fermandar di rêxistinkirin û pêşxistina şervanan de rola xwe dilîze.

Newroza 2015’an bi bedena xwe pîroz kir

Şoreşa Rojavayê Kurdistanê ku ji bo gelê Kurd û yên herêmê vejîneke nû bû, bê navber rû bi rû yê êrîşan komên çete hat. Çeteyên DAIŞ’ê ku yek ji komên herî teror bû, di 15’ê Îlona 2014’an de ji sê eniyan êrîşî warê şoreşa jinan Kobanê kir. Çeteyên bi hişmendiya qirkirin, talan û wêranê berê xwe dan Kobanê, rastî berxwedaneke bêhempa ya şervanan a bi pêşengiya jinan hatin. Çeteyên ku tenê hîn bûbûn kîjan deverê dagir bikirana jinan weke xenîmet digirtin li Kobanê bi rewşeke dijberî vê re rû bi rû man. Ji aliyê jinên ku pêşengiya şer dikirin re dihatin têkbirin. Lewre DAIŞ’ê hemû hêza xwe bikar anî ku di 5’ê Cotmehê de êrîşeke dijwar bir ser girê Miştenûr ku yek ji cihên herî stratejîk ên şer bû. Koma ku bi fermandariya Arîn Mîrkan şer dikir, dizanibûn ku ew gir çiqas girîng e loma berxwedaneke mezin nîşan didan. Arîn mîrkan ku berpirsyariya eniya Miştenûr û şervanên pê re girtibû ser xwe, bi wêrekî û cesareteke mezin çalakiya fedayî pêk anî.

Arîn Mîrkan ku beriya wê jî Rêvan Kobanê, bi pêşxistina rêbazên çalakiyên fedayî ku gelek jinên Kurd li dijî dagirkerî, faşîzm û îxanetê bi kar anîbûn, berxwedana Kobanê û piştgiriya pê re derbasî qonaxeke nû dibe ku mirov dikare teqez bike bi vê yekê re cenga Kobanê bi misogeriya serekftina di 26’ê Çileya 2015’an de hat ragihandin.

Sara Xelîl a hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan a kantona Firatê ye, şahidiya hemû pêvajoya berxwedana 134 rojan kiriye, li gel hinek hevalên xwe bi erka xwe ya parastina Kobanê rabûye.

Sara Xelîl bi wesîleya salvegera çalakiya têkoşer Arîn Mîrkan ji ajansa me re nirxandin kir û bîranînên xwe vegot.

‘Li Kobanê jinan rûmeta gelê Kurd û mirovahiyê parast’

Sara Xelîl bandora pêşengiya jinan a di berxwedana Kobanê de li ser civakê wiha bilêv kir: “Şerê ku li Kobanê hat jiyîn bi hemû rojên xwe gelek giran bû lê bi taybetî Cotmeha 2014’an wisa dijwar bû ku bi xwe re asta berxwedanê jî derbasî qonaxeke nû kir. Bi taybetî jî herdu çalakiyên fedayî ku ji aliyê şehîd Rêvan û Arîn ve hatin kirin, çarenûsa me hemûyan guhertin. Me weke jinên sivîl û gelê ku li ber sînor dima, îsrar û biryardariyeke mezin ji pêşengên xwe yên fedayî girt. Jinên di berxwedana Kobanê de cih girtin û di her warî de pêşengî, hêz û vîna xwe nîşan dan fikar û nêrînên paşverû berovajî kirin. Bi sekna jinan a di nava şerê Kobanê de me diyar kir ku ax, welat û rûmeta mirov bi xwe namûs e. Lewre jinên di Kobanê de bi ser ketin rûmeta gelê Kurd û hemû mirovahiyê parastin.”

 ‘Mîrateya 50 salan bi berxwedana YPJ’ê teyîsî’

Sara Xelîl di domandina axaftina xwe da zanîn ku YPJ’ê hêza NATO’yê şikandiye û got: “Şoreşa Rojavayê Kurdistanê ku weke şoreşa jinan hat ragihandin, bi berxwedan û serkeftina jinan a li dijî tarîtiya DAIŞ’ê tacîdar bû. Em dibêjin DAIŞ komeke çeteyan e lê di rastiya xwe de dewleta Tirk ku duyemîn hêza NATO’yê ye piştgirî û destek dida wan. Lewre di pratîkê de jinên Kurd li Kobanê, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, dewleta Tirk bi bin xistin. Serkeftina ku li Kobanê hat jiyîn xwe dispêre mîrateya têkoşîna bi sedan jinên Kurd ku bi salan e li çiyayên Kurdistanê heman berxwedaniyê dane meşandin. Lewre jinên li dijî DAIŞ’ê şer kirin xwedî ezmûn û mîrateyeke wisa bûn ku beriya wan têkoşerên weke Zîlan, Bêrîtan, Sema, Bêrîvan û hwd. di asta lutkeyê de canê xwe feda kirin. Ji bo vê jî ew têkoşîn di kesayeta Arîn, Rêvana, Destîna, Zehra, Peyman û bi sedan fermandar û şervanên din de teyisî berxwedana Kobanê jî.”

‘Girê Miştenûr bi Arîn Mîrkan re ronî bû’

Sara Xelîl axaftina xwe bi van gotinên li ser çalakiya Arîn Mîrkan bi dawî kir: “Şehîd Arîn çalakiya xwe li girê Miştenûr pêk anî. Miştenûr ji bo me gelê Kobanê xwedî wate û girîngiyeke cuda ye ku tevî hemû zextên rejîma Baasê me bi salan agirê Newrozê lê gur kiriye. Girê Miştenûr ku yek ji cihên herî pîroz bû ji bo me, bi çalakiya Arîn Mîrkan re pîroztir bû. Şehîd Arîn bi bedena xwe agirê Newroza 2015’an pêxist û li dijî tarîtiya DAIŞ’ê tîrojên rojê hilatin. Dema ku agahî ji me re hat ku hevala Arîn çalakiya fedayî pêk aniye, em gelek xemgîn bûn. Li aliyekî din jî hestên wisa xwe li me pêçandin ku em dizanibûn divê ked û fedekariya wê bigihîjînin serkeftinê. Ji bo vê jî hemû kesên wê demê di eniyên şer de hêzeke wisa ji Arîn Mîrkan girtin ku Kobanê bihust bi bihust parastin û ala serkeftinê li Miştenûr daliqandin.”