Nagîhan Akarsel di çilrojiya xwe de li Şehbayê hat bibîr anîn
Komîteya Navenda Jineolojiyê ya Efrîn û Şehbayê bi boneya çilrojiya Nagîhan Akarsel çalakiyek li kantona Şehbayê li dar xist.
Şehba- Bi derbasbûna çilrojiya hedefgirtina Endama Navenda Lêkolînên Jineolojiyê, akademîsyen, nivîskar û rojnamevan Nagihan Akarsel ku di 4'ê Cotmehê de li Silêmaniyê hat qetilkirin, Komîteya Navenda Lêkolînên Jineolojî ya Efrîn-Şehbayê duh li hola navçeya Fafîna kantona Şehbayê çalakiyek li dar xist. Di çalakiyê de endamên sazî û dezgehên Rêverberiya Xweser beşdar bûn. Hola çalakiyê bi wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Nagîhan Akarsel û jinên pêşeng ên ku hatine hedefgirtin, hat xemilandin.
Çalakiyê bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Destpêkê sînevîzyona der barê jiyan û têkoşîna Nagîhan Akarsel de hat temaşekirin.
‘Em ê xeta wê bişopînin’
Paşê Endama Komîteya Navenda Lêkolînên Jineolojî Efrîn-Şehba Şêrîn Hesen der barê tekoşîna Nagîhan Akarsel de axivî û got: "Min li Efrînê Nagîhan Akarsel nas kir di kesayeta wê de min hêz, hezkirin, îrade û uslûba baş a danûstandinê dît. Şehîd Nagîhan Akarsel her dem di jiyanê de ji bo têkoşîna jinan li dijî zîhniyetên paşverû dixebitî û kesayeta wê hişt ku hezkirinek min ji jineolojiyê re çêbibe. Armanc ji hedefgirtina Nagîhan Akarsel ew bû ku çirûska şoreşa Jin Jiyan Azadî li Rojhilatê Kurdistanê vemirînin. Em jinên Efrînê tu carî îradeya xwe lawaz nakin û teslîmî armancên dijmin nabin, em ê tola şehîdên xwe bigrin û xeta wan bişopînin.”
Nagîhan Akarsel di roja 4'ê Cotmeha 2022'an de li Silêmaniyê li ber deriyê mala xwe hat hedefgirtin û jiyana xwe ji dest da.