Kongreya 2’yemîn a TAJÊ destpê kir

TAJÊ bi rihê berxwedaniya rizgarkirina Şengalê û bi felsefeya ‘Jin Jiyan Azadî’ bi dirûşmeya “Emê xwe ji fermanê biparêzin azadiya jin û civakê mîsoger bikin” kongreya xwe ya duyemîn lidar dixe.

Şengal - Tevgera azadiya jinên Êzidî (TAJÊ) ya piştî fermana 2014’an li ser bingeha rêxistinkirina jinên Êzidî û parastina baweriya Êzidyatiyê li dijî hemu êrîşan bûyîne xwedî îrade û hêzekî ji bo pêşxisitina civak xwe rêxistin dike, di hemû qadan de bi felsefeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ji 2015’an heya roja îro kar û xebat dimeşîne.   

Bi rihê berxwedaniyê ya ku li hember fermana 2014’an de pêşketiye û di salvegera 7’emîn rizgarkirina Şengalê de weke bersivdayîna hemû êrîşên li ser civaka Êzidî û jinên Êzidî, bi taybet jî bi armanca firehkirina rêxistinkirin û hêzkirina vîna jin,  bi felsefeya ‘Jin Jiyan Azadî’ ku bûye felsefeyekî cîhanê ya azadiya jinan TAJÊ di bin dirûşmeya “Emê xwe ji fermanê biparêzin azadiya jin û civakê mîsoger bikin” kongreya xwe ya dûyemîn lidar dixe.

Di kongreyê de nêzî 250 delege ji jinên Êzidî tevlîbûne, her wiha jinên Ereb ya herema Şengalê jî cihê xwe di kongreyê de digrin. Hêjayê gotinê ye ku mêvan ji Maxmûr û Rojavayên Kurdistanê wê tevlî kongreyê buban, lê hikumeta Îraqê hatina wan asteng kir û rê nedan bigihîjin Şengalê.

Kongra ya ku li hola navçeya Sînûnê tê lidar xistin jin bi cilê jinên Êzidî yê sipî qada kongreyê xwemilandin û her wiha posterên ku dirûşmeyên berxwendaniya jinan li ser hatiye nivîsandin li eywana kongreyê hatine daliqandin.

Kongreya 2’yemîn a TAJÊ bi bi deqeyekî rêzdarî ji bo hemû şehîdên ku di rizgarkirina Şengalê de canê xwe dane destpê kir.

Piştî xêrhatine hemû jinan li ser navê TAJÊ  Neam Îlyas axaftina vekirinê kir û got: “Em bi xêrhatine hemûyan dikin, bi taybet jî jinên Ereb. Em destpêkê vê kongreyê û rizgarkirina Şenglê ji hemû şehîdan re, gêrîllayên HPG û YJA STAR re, hêzên Rojavayê Kurdistanê re pîroz dikin. Bi taybet jî em  vê kongreyê ji Rêber Apo re pîroz dikin ku bi saya fikir û felsefeya wî em îro bi hêz in. Em bi vê kongreyê dixwezin dengê xwe bigihînin hemû cîhanê. Fermanên li ser me bi dawî nebûne, îro bi hevkariya PDK’ê û êrîşên dewleta Tirk ferman li ser me berdewam e. Lewma pêwîstiya me bi mezinkirina rêxistina xwe heye.”

Piştî axaftina destpêkê, dîwanên kongreyê hat hilbijartin.

Kongra 2’yemîn a Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) didome.