MKGP: Rojnamegerên li peyî heqîqetê dibin gef û êrîşan de ne
Platforma Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê têkildarî 3’ê Gulanê Roja Rojnamegeriyê û 5’emîn salvegera xwe daxuyanî da.
Stenbol - Platforma Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKGP) têkildarî Roja Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê û 5'emîn salvegera avakirina xwe li ber avahiya Rojnameya Yeni Yaşamê ya Beyoglu ya Stenbolê daxuyanî da. Gelek rojnameger beşdarî daxuyaniyê bûn. Endama MKGP'ê Reyhan Hacioglu axaftina vekirinê kir.
Reyhan da zanîn ku ew li her cihê Tirkiyeyê bi polîtîkayên zextxwir ên îktidara AKP-MHP'ê rû bi rû dimînin û got sîstema tecrîdê di destpêkê de li Îmraliye li ser hemû civakê tê sepandin û wiha domand:"Hinek dane xuya dikin ku li Tirkiyeyê zexteke bêhempa heye. Rojnamegerên heqîqetê diparêzin dikin hedefa ewil. Çimkî li gor wan dema zext zêde bibe rastiyên ji civakê vedişêrin jî çêdibin. Em bi medyaya yekperest rû bi rû ne. Loma ya ku vê rojê watedar dike çapemeniya azad û çanda piştevaniyê ye."
Rojnameger di girtîgehan de ne
Piştre endama MKGP'ê Dûrket Suren axivî. Dûrketê diyar kir ku 3'yê Gulanê Roja Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê gelekî girîng e û got li welatekî azadiya çapemeniyê tune be mirov nikare behsa azadiya mirovan û civakê bike.
Rojnameger Diren Yurtsever a li ser navê MKGP'ê metna çapemeniyê xwend jî wiha got:"Em di nava pêvajoyeke wiha de ne ku bi destên darazê xebatkarên çapemeniyê tên cezakirin, azadiya ramanê tê binpêkirin. Azadiya çapemeniyê li Tirkiyeyê her ku diçe bi paş ve diçe. Li Tirkiyeyê kontrola medyaya ji sedî 95 di destên îktidarê de ye. Di heman demê de em êrişên li ser Herêma Kurdistanê ya Federe jî dibînin. Medyaya îktidarê ji devekî şer gur dike. Ji bo civakê mîlîtarîzme bike wekî alavekê bi kar tîne. Lê belê li dijî nûçevantiya şer em nûçevantiya jinê esas digire, li dijî zayendperestî û baviksalariyê tercîh dikin. Wê têkoşîna me ya di vî warî de jî bidome. MKGP a di 3'yê Gulanê de hat avakirin li dijî astengiya rêxistinbûyina jinên rojnameger li dijî binpêkirina mafên rojnamegeran deng derxist. Em di salvegera avakirina xwe ya 5'emîn de dibêjin bila rojnamegerên di girtîgehan de bên berdan. Ji bo mezinkirina piştevaniyê û rêxistinbûyina rojnamegeran em rojnamegerên jin vedixwînin ku di bin vî banî de bên gel hev."