"Divê her kes bertek nîşanî dagirkeriyê bide"
Hevseroka Meclisa Til Temirê Semer Xelîl û Rêvebera Kongra Star a navçeya Til Temirê Madlên El-Ibêd êrîşên ku li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk tên nirxandin û gotin ku divê her kes bertek nîşanî dagirkeriyê bidin.
SORGUL ŞÊXO
Hesekê- Bi destpêkirina sala 2022'an êrîşên dewleta tirk a dagiker li dijî Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê her wiha li Başûrê Kurdistanê û Herêmên Parastina Medyayê zêde bûn. Li dijî êrîş û planên dagirkerî û parçebûyînê şev û roj li ser piyan in. Têkildarî pêvajoya heyî û êrîşên li ser gelê herêmê bi hemû neteweyan, Hevseroka Meclisa navçeya Til Temirê Semer Xelîl û Rêvebera Kongra Star a navçeya Til Temirê Madlên El-Ibêd axivîn.
"Êrîşên li ser Til Temirê li ser tevahî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ne"
Semer Xelîl di destpêka axaftina xwe de behsa êrîşên dagirkeriyê li ser herêmê û armanca wan kir û wiha got: "Êrîşên ku îro li ser Til Temir û Zirganê tên kirin, tevahî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji Dêrikê heya Til Rifet û Efrînê jî digre nava xwe û herêmên me wekî xelekekê ne bi hev ve girêdayî ne, ji ber ku niha ew xeta sînorî ya di navbera me û dagirkerên tirk de ye. Armanc bi êrîşan diyar e, dagirkerî û valakirina herêmê ji xelkê wê yê resen û pêkanîna guhertina demografiya herêmê ye. Li vir tiştekî balkêş heye ku ruxmî ewqas hedefgirtin, êrîş û topbarana ku rojek jî nesekiniye, gel bi pêşengiya jinan li ber xwe didin. Li vir berxwedanî ji dagirkeriyê mezintir û xurtir e. Ji ber ku sivîl û gelê herêmê bi şoreş û şervanên xwe re ne. Li vir saziyên xizmetguzarî û bi giştî sazî û navendên civaka sivîl jî li ser erkên xwe ne û gavekê jî paşve neavêtine. Dagirkerên tirk rêzê ji nirx û deverên pîroz ên vî gelî re wekî dêr û mizgeftan nagirin û her dem dikin hedefa top û balafirên xwe yên şer. Dewleta tirk bi hinceta ku şervan li gund hene gund topbaran dike lê bila ji bîr neke ku ev şervan zarokên vî gelî ne, xwediyên vê axê ne, li vir mezin bûne û erka parastina wê hildane ser milên xwe. Armanca dagirkeran ji hedefgirtina gundên Aşûriyan jî di bingehê xwe de guhertina demografiya van herêman e ji ber ku her kes dizane Aşûrî di çi komkujiyan re derbas bûne."
"Kurd û Aşûrî di komkujî û berxwedanê de gelekî hevpar in"
Semer xelîl behsa gelê Kurd û Aşûr kir û wiha pêde çû: "Ji mêj ve êrîş û planên qirkirinê li ser gelê Kurd û Aşûrî hene û ev tiştên ku îro rû didin ne nû ne, ji dîroka Osmaniya ve heya îro berdewam kirine. Dewleta tirk her dem ev yek înkar kir lê belê her tişt li ber çavan e û diyar e ku çiqas li hemberî gelê herêmê bi kîn e. Armanca dagirkeran jî ew e ku ev gel dest nedin hev û bi hev re li dijî êrîşan û planên wan li ber xwe nedin, yekitiya her du gelan jî mestiriyeke mezin li ser dagirkeran daye çêkirin. Dema ku dewleta tirk gundên sivîlan ên resen dagir dike armanca wê jê ew e ku çeteyên li parêzgehên Sûriyeyê bîne û li wan bi cih bike. Tiştên ku dagirker dikin çete jî heman tiştî li dijî ax û sivîlên heyî dikin, ji ber ku bi destên dewleta tirk mezin û xwedî bûne."
"2022 xala çarenûsê ye"
Semer Xelîl bal kişand ser her du dewletên ku li herêmê garantor in û wiha dirêjî da gotinên xwe: "Qaşo li vir du hêzên cîhanî yên garantor hene Emerîka û Rûsya. Dibînin û dîmenên zindî li ber çavên wan çêdibin çawa dewleta tirk gundan topbaran dike û hildiweşîne, cihên pîroz derb dike û sivîlan birîndar dike. Ruxmî ku dewriyeyên wan rojane li ser xeta agir digerin û helîkopterên wan li ezman in lê dîsa jî bêdengiya xwe naşkînin û pêşî lê nagrin. Ji gera helîkoperên Rûsyayê li ser herêmên ku çeteyan dagir kirine, asta parastina wan û tifaqa rûsan bi dewleta tirk re der barê herêmê de tê der. Di bingeh de yekitiya gel û neteweyan planên herî qirêj têk dibin. Pêvajoya ku em tê re derbas dibin çarenûsî û ya dawî ye divê ku di vê wextê de em wekî jin û ciwan asta têkoşîn û berxwedanê bilind bikin, Kurd yekitiya xwe ava bikin em rê nedin êrîş bi ser bikevin divê ku keda ewqas pekrewanan vala neçe û projeya Neteweya Demokratîk gerdûnî bibe."
"Dewleta tirk li dijî kêfxweşiya gelan û cejnên neteweyî şer dike"
Rêvebera Kongra Star Madlên El-Ibêd jî wiha got: "Ji derveyî ku em di heyva Remezanê de ne ku heyveke pîroz e lê li aliyekî din jî di vê heyvê de cejnên gelê Aşûrî Suryanî jî hebûn ku di rojên cejnên wan de gundên wan hatin topbarankirin û sivîlên Aşûrî jî birîndar bûn. Dewleta tirk a dagirker hewl dide kêfxweşiya di dilê gel de bikuje û veguherîne xemgîniyê. Dewleta tirk ne tenê gelekî ango neteweyekî hedef digre, tevahî mirovahiyê dike hedef û hewl dide jiyanê biherimîne da ku bigihîje armancên xwe yên ku berî sed salan plan kiribûn. Dewleta tirk gihîştiye asteke wisa ku şer bi kêfxweşiya gelên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re dike. Mînak di şeva ku agirê Newrozê hat pêxistin de, gundewar hatin topbarankirin, heman wextê jî di cejna Akîto, Cejna Şeanîn û gelek cejnên gelê Aşûr Suryan ku di vê mehê de çêbûn di roja wê ango berî wê bi rojekê gundên wan dihatin hedefgirtin. Ji Newrozê heya Akîto û Şeanîna êrîşên dagirkeriyê ranewestiyane."
"Ne bersiv û ne jî helwestek heye"
Madlên El-Ibêd wiha dawî li axaftina xwe anî: "Wekî ku dewleta tirk fersendek ji şerê di navbera Rûsya û Ûkraynayê de dît ku êrîşên xwe li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zêdetir bike û bêtir bajarên nû dagir bike û desthilatdariya xwe ferz bike. Em jî bang li civaka navdewletî dikin ku li hemberî binpêkirinên dewleta tirk li dijî gelê herêmê dike, bêdeng nemînin lê mixabin me bersivek ango helwestek li hember dagirkeriya tirk nedîtiye ku wê bisekinîne. Diyar e ku hemû dewletên cîhanê bi dewleta tirk a dagirker re li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di nava hevkariyê de ne."