MKG: Misogerkirina azadiya çapemeniyê şertek bingehîn ê civakek demokratîk e
Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê rapora meha Hezîranê weşand. MKG’ê tekez kir ku rojnamegerî ne sûc e û destnîşan kir ku misogerkirina azadiya çapemenî û derbirînê şertek bingehîn ê civakek demokratîk e.
Navenda Nûçeyan – Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG) rapora binpêkirina mafên jinên rojnameger a meha Hezîranê eşkere kir. MGK’ê di raporê de diyar kir ku 7 rojnamegerên jin hatine girtin û bi Civîna Bilind a NATO’yê, xwepêşandanên jinan ên li dijî Pakêta Dadwerî ya 12’emîn û zêdebûna xwepêşandanên civakî yên curbecur ve girêdayî bû.
Li dijî rojnamevana siyaseteke tepeserkirinê ya sîstematîk heye
Îro Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG) rapora xwe ya vê mehê weşand û diyar kir ku di meha Hezîranê de careke din binpêkirinên mafên mirovan ên li dijî rojnamevanan ne tenê bi dozên takekesî ve sînordar in. MKG’ê wiha berdewam kir: “Siyaseteke sîstematîk a tepeserkirinê ku hilberîna nûçeyan, mafê raya giştî yê agahdarkirinê û azadiya çapemeniyê hedef digre, berdewam dike. Rojnamevan bi binçavkirin, girtin, lêpirsîn, tundiya fîzîkî, hedefgirtin û sansura dîjîtal re rû bi rû man, di heman demê de ragihandina li ser çalakî û xwepêşandanên giştî bi taybetî ji ber destwerdanên hêzên ewlehiyê asteng bû.”
Astengkirina şopandina nûçeyan ne bûyereke tenê ye pratîkeke sîstematîk e
Di berfirehiya raporê de hat diyarkirin ku di meha Hezîranê de serdegirtina rojnamevanan ji ber Civîna Bilind a NATO’yê, xwepêşandanên jinan ên li dijî Pakêta Dadwerî ya 12’emîn û zêdebûna xwepêşandanên civakî yên curbecur ve girêdayî bû. Raporê wiha berdewam kir: “Di van serdeman de, bi tundiya polîsan gelek caran şopandina nûçeyan a rojnamegeran hatin astengkirin; rojnamevanan lêdan xwarin, hatin binçavkirin û mafê wan ê gihîştina agahiyan bi bandor hat sînordarkirin. Astengkirina şopandina nûçeyan ne bûyerek tenê ye lê pratîkek sîstematîk e ku gihîştina raya giştî ya agahiyan sînordar dike.”
7 rojnamevan heya dawiya mehê di girtîgehê de ne
Di raporê de hat diyarkirin ku rojnamevan ne tenê li qadê, di heman demê de bi riya dadweriyê jî zextan dibînin. Wiha pê de çû: “Lêpirsîn, darizandinên berdewam, fermanên girtinê û îfadeyên bi zorê yên li dijî rojnamevanan hewldanek ji bo krîmînalîzekirina çalakiya rojnamegeriyê nîşan didin. Girtina du rojnamevanan di nava mehê de û rastiya ku heft rojnamevan heta dawiya mehê di girtîgehê de bûn nîşan dide ku binpêkirinên azadiya çapemeniyê berdewam dikin.”
125 sînordarkirinên gihîştinê yên ku li ser platformên dîjîtal hatine ferzkirin
Raporê bal kişand ser sansuran jî û wiha pêl da axaftina xwe: “Aliyekî din ê girîng ê meha hezîranê, xurtkirina sansurê ya di qada dîjîtal de bû. Gelek dezgehên nûçeyan, malper, hesabên medyaya dîjîtal û platformên dîjîtal bi sînordarkirinên gihîştinê rû bi rû man; van biryaran, nemaze yên ku bi hinceta “ewlehiya neteweyî” û “asayîşa giştî” hatine rewakirin, berdewamiya polîtîkayên sansurê yên ku armanc dikin kêmkirina xuyabûna rojnamegeriya rexnegir nîşan dan. rasterast ne tenê azadiya derbirînê lê di heman demê de mafê raya giştî yê gihîştina agahdariyê jî binpê kir.”
Raporê tekez kir ku rojnamevan ne tenê ji ber çalakiyên xwe yên pîşeyî ji aliyê dadwerî û hêzên ewlehiyê ve. Raporê wiha domand: “Lê di heman demê de ji ber hedefgirtina siyasetmedar, karmendên giştî û hinek dezgehên medyayê jî bi zextan rû bi rû mane. Gotinên zayendîperest, gef û hewldanên ji bo bêrûmetkirina wan binpêkirinên mafên mirovan ên piralî yên ku rojnamevan pê re rû bi rû dimînin kûrtir dikin.”
MKG: Rojnamegerî ne sûc e
Di dawiyê de Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê, tekez kir ku rojnamegerî ne sûc e. Her cure girtin, tundî, hedefgirtin, zexta dadwerî û sansûra li dijî rojnamevanan ne tenê rojnamevan bi xwe lê di heman demê de mafê raya giştî yê gihîştina agahiyên rast jî hedef digre. Misogerkirina azadiya çapemenî û derbirînê ku şertek bingehîn a civakek demokratîk e, dabînkirina şert û mercên xebatê yên ewle û azad ji bo rojnamevanan û bidawîanîna polîtîkayên bêcezatiyê pêdiviyên lezgîn in.”
Lîsteya rojnamegerên girtî:
1.Elîf Bayburt – Nûçegîhana Ajansa Nûçeyan a Etkînê (ETHA)
2.Hatîce Duman – Mudura Karên Nivîsê û Xwediya Rojnameya Atilimê
3.Nadiye Gurbuz – Edîtora Ajansa Nûçeyan a Etkînê (ETHA)
4.Ozden Kinik – Xebatkara TRT’ê
5.Pinar Gayîp – Edîtora Ajansa Nûçeyan a Etkînê (ETHA)
6-Yelis Ayaz – Xwediya Sîteya Înternetê ya Aydinpostê
7-Songul Yucel – Derhênera Weşana Giştî ya Kovara Onsozê.