Çalakiya Nobetê ya li Mexmûrê bi koma 221’an didome

Çalakiya Nobetê ya li wargeha penaberan a Mexmûrê ku ji bo mîsogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû destpê kirin, bi dewirgirtina koma 221’an, di roja xwe ya hezar û 160’an de didome.

Mexmûr – Çalakiya Nobetê ya li wargeha penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) ku di 20’ê Tîrmeha 2023’an de ji bo mîsogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin, bi dewirgirtina koma 221’an, di roja xwe ya hezar û 160’an de didome.

Beriya ku çalakî were dewirgirtin ji bo tevayî cangoriyên azadiya Kurdistanê deqeyek rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê li ser navê koma 220’an Zêrîn Apaydin daxuyaniyek xwend.

‘Em ê hemû kêliyên jiyana xwe dinava têkoşîn û berxwedanê de bin’

Di daxuyaniyê de li ser biryardariya berdewamkirina çalakiyên ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd bal hate kîşandin û wiha hat gotin: “Wekî tê zanîn, em bi salan e ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo di nav çalakiyan de ne û heta ku em vê armancê bi cih neynin, wê berxwedana me berdewam bike. Îro em xwe bi ramanên mîmarê azadiyê pêş dixin, wekî endamên çand û hunerê jî em bi stran û enstrumanên xwe tevlî vê têkoşînê dibin.

Rêber Apo pêvajoyeke gelekî girîng daye destpêkirin. Em jî wekî jinên ciwan û hemû gelê Kurd li pişt vê pêvajoyê ne û heta ku em wê bi ser nexînin, rawestan ji bo me nîn e. Em ê hemû kêliyên jiyana xwe dinava têkoşîn û berxwedanê de bin ku heta em bi fîzîkî Rêbertî azad dikin.”

Merasîm bi dirûşmeyan ‘Bijî Serok Apo’, ‘Bê Serok Jiyan Nabe’ û ‘Jin Jiyan Azadî’ dawî bû.