Meseleyek dewletê: Kurtaj
Sarya Denîz
“Her kurtaj cînayet e. Ya rastî tecawizê hatiye bila zarok biwelidîne, ger hewce be dê dewlet xwedî bike. Bila dayik xwe bikuje. Mafê dayikê tune ye dawî li jiyana zarok bîne.” Ji van hevokan gelek in em dikarin zêdetir bibêjin. Xwediyên van hevokan hemû mêr û siyasetmedar in. Li Tirkiyeyê her dem biryargirtina jinan a di warê bedena wan de, ne li ser esasê tendirustî, mafê zayînê yan jî azadiyê; li ser esasê plankirina nufûsê hatiye nirxandin. Îro li Tirkiyeyê kurtaj qanûnî ye lê di pratîkê de qedexe ye. gelek jinên ji bo kurtajê diçin nexweşxaneyan tên astengkirin; li hinek nexweşxaneyan dibêjin “Em nakin” û wan paş ve dizivirînin, li hinekan jî çend roj an jî hefte roj didin da ku dema wê ya zagonî derbas bibe. Meseleya kurtajê li Tirkiyeyê nûh nîn e. Bi salan e di çarçoveya “pirsgirêka nifûsê” de tê dîtin û nirxandin û bi vê rê û rabêzê, biryar ji aliyê siyasetmedaran ve tên dayîn.
Salên qedexekirî
Li Tirkiyeyê nîqaşên li ser kurtajê bi salan e hene. Pirsgirêka nifûsê ya piştî Şerê Cîhanê yê Yekemîn derket holê, bi taybetî ji 1911’an dest pê kir, heta 1922’an li vê erdnîgariyê xwe bi awayekî bi pirsgirêk da hîskirin. Windayên şer, tunebûn û nexweşiyên şewbê, bûn sedem ku nifûs kêm bibe. Di pêvajoya damezirandina dewletê de, plankirina nifûsê yek ji mijarên girîng e. Di wê demê de ji kesên kurtaj dibin re ceza tê xwestin. Lewre zêdehiya nifûsê di heman demê de wekî meseleya bekayê tê dîtin. Wisa ye ku di 1938’an de temenê zewacê ji bo mêran 17 ji bo jinan jî 15 guncaw tê plankirin. Li welat qedexe datînin ser firotina dermanên kontrola zayînê. Heta parastina kontrola zayînê yan jî kurtajê tê qedexekirin.
Salê 25 hezar jin mirin
Di dawiya van biryarên ku bi evîndariya parastina nifşan hatin girtin de yên zirar dîtin jin bûn. gelek jinan serî li rêyên jiberçûnê dan. Hewldana jiberçûn an jî kurtajê ya gelekan ji wan bi mirinê bi encam bû. Li malan di mercên nebaş ên bi her awayî de ji ber ku hejmara jinên hewl dan zarokan ji ber xwe bibin zêde bûn, di sala 1950 de ev mijar careke din ket rojevê. Lê wisa zû ev pêvajo bi pêş neket. Di 1965’an de bi Zagona Der Barê Plankirina Nufûsê de, polîtîkayên zêdekirina nifûsê hatin terikandin û qedexeya li ser bikaranîna derman û amûrên pêşî li ducanîbûnê digrin rabû. Kurtaj qedexe bû lê di rewşeke ku tendirustiya dayik û zarok di xeterê de be, kurtaj hat pejirandin.
Di 1970’yan de careke din nîqaşa li ser kurtajê dest pê kir. Vê carê di nava kesên nîqaş dikirin de rêxistinên jinan û bijîşk hebûn. Raporên hevpar hatin amadekirin û hat bibîrxistin ku divê “kurtaj li ser esasê tibî, civakî aborî û nirxên moralî, wekî xizmeteke dewletê were dîtin” û dewlet e mecbûr e bê pere vê xizmetê bike. Mînak; wê demê destpêka salên 1970’yî de di lêkolînan de derket tesbît bû ku nêzî 500 hezar jiberçûn çêbûne. Di salên 1979’an de, tê texmînkirin ku salê 25 hezar jinan ji ber jiberçûnê jiyana xwe ji dest dane. Li gorî xebatên Wezareta Tendirustiyê, di 1981’ê je di 450 bûyerên jiberçûnê, 350 bi tercîha jinan çêbûne.
Di salê de milyonek kurtaj
Bi “Zagona Der Barê Plankirina Nifûsê” ya 27’ê gulana 1983’an a bi hejmara 2827’an de di mijdara heman salî de li Tirkiyeyê kurtaj di çarçoveya quralan de hat pêkanîn. Li gorî zagonê di 10 hefteyên ducanîbûnê de kurtaj li ser esasê zagonî dikaribû bihata kirin, ger di aliyê tibî de mecbûrî be piştî 10 hefteyan jî dikaribû bihata kirin lê ji ber zoriyên li nexweşxaneyên perwerdeyê, ev maf wisa zû nahat bikaranîn. Bi demê re hejmara jinên kurtaj bûn her ku çû zêdetir bû. Ev zêdebûn bû mijara rapora 1994’an a Federasyona Plankirina Nufûsa Navneteweyî. Di nava welatên Ewropayê de welatê ku kurtaj lê zêde bû Tirkiye bû. tê diyarkirin ku di salek de milyonek jin xwe kurtaj kirine.
Ne kurtaj 5 zarok
Li Tirkiyeyê kurtaj zagonî bû lê gotinên siyasetmedaran ên der barê kurtajê de bi dawî nebûn. Li ser bedena jinan siyasetê kirin. Ev nîqaş di 2012’an de bi gotina Serokwezîr Erdogan a “Kurtaj cînayet e” gurtir bû heta xwest ku dema zagonî ji 10 hefteyan bikeve 4 hefteyan. Di destpêka nûçeyê de jî hat diyarkirin ku li Tirkiyeyê kurtaj hê jî zagonî ye lê ji ber daxuyaniyên siyasetmedaran, zext û muhafezekariya hişk hê jî di pratîkê de qedexe ye. di sala 2019’an de bekaya nifûsa Tirkiyeyê, ji derveyî jinan ji aliyê mêran ve hat nîqaşkirin. Îro jî li jinan pêşniyara 5 zarokan tê kirin. Wekî parçeyek vê polîtîkayê, tê diyarkirin ku dê jin bi alîkariyên civakî piştgiriyê bibînin. Ji bo jin zêdetir zarokan biwelidînin, mijarên sezeryan, zayînê jî bi qasî kurtajê bûne cihê nîqaşa mêran.
Jin çi dixwazin?
*Divê temînata mafê jinan ê kurtajê were dayîn û qedexeya fiîlî ya li ser kurtajê were rakirin. *Divê dema zagonî ya ji bo kurtajê ji 10 hefteyan bibe 12 hefte.
* Di rewşên ducabûna ji ber tecawizê de divê dema kurtajê herî kêm 24 hefte be û divê mijarê de divê daxwaza jinan esas were girtin.
*Jinên zewicandî dema bixwazin kurtaj bibin, divê biryara wan esas were girtin.
*Divê zagonên ku mafê kurtajê ji dest bijîjkan digrin werin rakirin.
*Ji bo pêşî li ducanîbûna bê daxwaza jinan were girtin, divê derfetên amûr û dermanên ji bo kontrola zayînê, bê pere werin dayîn