“Meşa Qudis ji bo pişgiriya werzişê ye”

Li Xezayê roja meşê ya Filîstîniyan bi navê “Meşa Qudis” ji bo teşwîqkirina girîngiya werzîşê û avakirina tevnek civakî a saxlem duh şev hate li dar xistin.

RAFIF ESLEEM

Xeza- Navenda Îbn El-Nefîs, bi hevkariya Desteya Bilind a Ciwanan û Werzîşê û Pargîdneya Vital Nature, duh êvarê çalakiya bi navê roja meşa Filistînî “Meşa Qudis” li perava bajarê Xezayê li dar xistin. Ev meş ji bo teşwîqkirina werzîşê û sûdwergirtina ji beşdariya kolektîf û hişyarkirina girîngiya werzîşê hate organîzekirin. Meşa ku destpêkir 40 deqeyan berdewam kir. Her wiha xelat li ser beşdaran hate belavkirin û ji bo teşwîqkirina meşê bangawazî hatin kirin.Têkildarî girîngiya vê meşê Sendîka û Aktîvîsta Femînîst Semîra Abdel Alîm û Nûnera Pargîdneya Vital Nature, Selam Mişal û beşdarvanên ji vê meşê re nêrînên xwe parve kirin.

“Bi vê meşê me civaka xwe hişyar kir”

Semîra Abdel Alîm girîngiya vê meşê wiha parve dike: “Roja meşê ya Filistînê çalakiyeke neteweyî ye ku ji aliyê Navenda Îbn El-Nefîs ve cara yekem di sala 2014’an de hatibû destpêkirin ku heta roja îro wek çand dewam dike. Ev meş ji bo girîngiya wê ya mezin ji bo tenduristiya mirovan hatiye hilbijartin. Hemû mirov dikarin bi rehetî werzîşê bikin.Armanca esasî ya çalakiya me hişyarkirina civakê ye. Bi taybet mafê jinan heye ku werzîşê bikin û dûrî nêrîna tarî ya ku civak ferz dike, bikeve. Girîngî û rola jinan divê çalakiyê de pir mezin e û dikarin bi çalakiyê bi vê rengî doza mafê xwe bikin.”

“Werzîş dermanê derûnî ye”

Nûnera Pargîdneya Vital Nature, Selam Mişal ji bajarê Ramallah e nêrîna xwe ji bo vê çalakiyê wiha anî ziman: “Çalakiya meşê bi hevkariya Navenda Îbn El-Nefîs ve hate organîzekirin ku em herkesî teşwîqî girîngiya werzîşê bikin. Her wiha em bikarin tevnek civakî ava bikin da ku jin û zarok bi awayekî rojane werzîşê bikin. Tenduristiya jinên Filistînê di hîşê wê, zarokên wê û awayê mezinkirina wan de xuya dike. Hêviya me ewe ku jinên Filistînê him li Şerîeya Rojava û him jî li Xezayê cil û bergên werzîşê li xwe bikin û bimeşin. Bandora jinê li ser civakê de heye. Ji ber jin xwedî ezmûnên mezin, têkoşînvan û xwedî mafin. Ez di wê baweriyê de me ku werzîş dermanê derûnî ye û xwerinek ji ruh re ye. Rola werzîşê di zêdekirina enerjiya erênî ya jinan de heye. 

“Divê werzîş bibe parçeyek ji jiyana her kesî”

Yek ji beşdara çalakiyê, jina bi navê Ola Ebdil-El nêrîna xwe wiha parve kir: “Beşdariya min ji vê çalakiyê re ewe ku ez jî di aliyê xwe de jinan teşwiqê werzîşê bikim. Divê werzîş bibe perçeyek ji jiyana me bi taybet ji bo jinan. Divê her jinek ji roja xwe ji bo werzîşê veqetîne da ku ji wê û zarokên wê re bibe karekî rojane.”

“Divê werzîş rojanê bê kirin”

Beşdarvanek din ji çalakiyê re, jina bi navê Fella Dagmûş nêrîna xwe wiha anî ziman: “Werzîş beşek ji jiyana min a rojane ye. Ez amademe ku ji bo werzîşê pişgiriya bi dehan jinan bikim. Ev cara ewile bi awayekî komî vê karê dikin û divê her roj bê kirin da ku tendursitiya me baş bibe. Jiyana îro ji ber sedemên amûr û karên malê tembelî li ser jinan ferizkiriye, ji ber wê divê em bi vê çalakiyê xwedî xwe û tenduristiya xwe derkevin.”